MUB, yên Seyfo nas kirin pîroz kir
Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn (MUB) di salvegera 100. de yên Sefyo nas kirin pîroz kir.
Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn (MUB) di salvegera 100. de yên Sefyo nas kirin pîroz kir.
Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn (MUB) di salvegera 100. de yên Sefyo nas kirin pîroz kir.
Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn da xuyakirin ku qirkirina di sala 1915'an de ji aliyê Împaratoriya Osmanî û hevkarên wan ve ji bo tinekirina gelên Xiristiyan ên xwecihî yên Mezopotamya û Anatoliyê hat kirin, ji aliyê Komara Tirkiyeyê ve 100 sal in tê înkarkirin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku dewleta Tirk, ji bo welatên cîhanê Qirkirina gelên Suryanî (Asûrî-Keldanî-Aramî), Ermenî û Pontûsê Yewnan qebûl nekin, serî li her şantajên polîtîk daye û got, "Lê belê di salvegera 100. a qirkirinê de wijdanê mirovahiyê siyaseta înkar û tinekirinê qebûl nekir û ket nava tevgerê. Lewma gelek welatan Qirkirina 1915'an qebûl kirine. Bi vê wesîleyê welatên Qirkirina 1915'an qebûl kirine, bi helwesteke însanî ya li derveyî berjewendiyan re bûne mînak ji her kesî re ji bo rûbirûbûnê. Bi vê yekê re wate û girîngiya înkarkirina qirkirinê nemaye."
MUB'ê ragihand ku Papa di ayîna 12'ê Nîsana 2015'an a li Bazîlîka Hawarî Petrûs de ragihand ku karesata destpêkê ya ji sê karesatên mezin ên sedsala 20'an di sala 1915'an de hatiye serê Xiristiyanên li Mezopotamya û Anatoliyê û Qirkirina Ermeniyan bilêv kir.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Her wiha di daxuyaniya xwe ya ji bo Radyoya Vatîkanê de bal kişandiye ser Qirkrina Pontûsan û êşên Xiristiyanan kişandine. Ev daxuyaniya Papa ji bo tevahiya cîhanê xwedî girîngiyeke mezin e û banga qebûlkirina rastiyane. Bersiva herî xurt a li vê bangê di 15'ê Nîsana 2015'an de ji aliyê Parlamenta Ewropayê ve hat dayîn. Parlamenta Ewropayê careke din bang li welatên Yekîtiya Ewropayê û Komara Tirkiyeyê kir ku qirkirinê qebûl bikin. Di Nîsana 2015'an de gelek dewletan Qirkirina 1915'an xistine rojeva xwe û hin ji van biryar dane qirkirinê nas bikin. Hollanda (09.04.2015), Komara Çekê, (14.04.2015), Awûstûrya (21.04.2015) û ji Kantonên Rojava Gozarto (22.04.2015) biryara naskirina qirkirinê dane. Em parlament û gelên van welatên navên wan li jorê hatin dayîn û Kantona Gozarto (Cizîr) ji ber naskirina Qirkirina 1915'an pîroz dikin. Em li bendê ne û dixwazin ku di meha Nîsanê de parlamentên Elmanya, Fransa, Swîsre, Yewnanîstan û gelek welatên din Qirkirina 1915'an qebûl ikin. Careke din em ji yên li hemberî Qirkirina 1915'an û sûcê mirovahiyê yê li dijî gelê me bêdeng nebûne re, spasiyên xwe pêşkêş dikin û ji bo careke din li cîhanê qirkirin rû nedin, bang li her kesî dikin bi berpirsyarî rabin û komkujiyên rêxistina hov DAIŞ'ê yên li Rojhilata Navîn bisekinînin."