Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Sariyildiz, mijara ku Midûriyeta Karên Daristanan a Şirnexê ji bo mulakata wergirtina karkeran Avahiya AKP’ê ya Silopiya bikar tîne, anî meclîsê û mijar wek “bertîla hilbijartinê” şîrove kir.
Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, têkildarî mijara ku Midûriyeta Karên Daristanan a Şirnexê ji bo mulakata wergirtina karkeran Avahiya AKP’ê ya Silopiya bikar tîne pêşnûmepirsek da Wezîrê Xebat û Ewlekariya Civakî Faruk Çelîk.
'WE LÊKOLÎN DA DESTPÊKIRIN?'
Sariyildiz ê HDP'yî bersiva van pirsan ji wezîr Çelîk xwest:
"ÎŞKUR sala buhrî di çarçoveya Feydeya Civakê de wergirtina karkeran a demkî bi rêya noterê bi kûrayê pêk dianî. Çima di Midûriyeta Karên Daristanan de bi lîste tê kirin?
Îdîaya ku tê gotin wergirtina karkeran ji aliyê rêxistinên bajêr û navçeyan ve tên diyarkirin rast e? Têkildarî mijarê wezareta we ti lêkolîn daye destpêkirin?
Lîste ku ji aliyê rêxistinên AKP’ê ve tên amadekirin û didin Midûriyeta Bajêr a ÎŞKUR ne bertîla hilbijartinan e?
Mulakatên kesên ji bo kar serlêdan kirine bi biryara Midûriyeta Karên Daristanan li Avahiya AKP’ê ya navçeyê tê kirin. Ev biryara skandal bi agahiya wezareta we hatiye dayîn? Der heqê Midûriyeta Karên Daristanan a Şirnexê de ti lêkolîneke îdarî yan jî lêpirsîn hatiye destpêkirin? "