'500 zarokên Ermenî ji kendêl hatin avêtin'
Nivîskar Eyup Guven ê li qetilkirina Ermeniyên li navçeya Mêrdîn Dêrikê lêkolîn kiriye anî ziman ku leşkerên Osmanî bi dest û lingên zarokên Ermenî digirtin, ew ji kendêl diavêtin û digotin 'çûk difire'.
Nivîskar Eyup Guven ê li qetilkirina Ermeniyên li navçeya Mêrdîn Dêrikê lêkolîn kiriye anî ziman ku leşkerên Osmanî bi dest û lingên zarokên Ermenî digirtin, ew ji kendêl diavêtin û digotin 'çûk difire'.
Herêma bi navê 'Gov' a li navçeya Mêrdîn Dêrikê, weke cihê qetilkirina 500 zarokên Ermenî yên sala 1915'an, cihê xwe di nava rûpelên dîrokê de girt. Nivîskar Eyup Guven ê li ser herêma lê komkujî hatiye kirin bi salan lêkolînê dike anî ziman ku leşkerên Osmanî bi dest û lingên zarokên Ermenî digirtin, ew ji kendêl diavêtin û digotin 'çûk difire'.
Nivîskarê lêkolîner Eyup Guven, cînayetên hov ên Dewleta Osmanî yên di Qirkirina Ermeniyan a sala 1915'an de li herêma 'Gov' a navçeya Mêrdînê vegot û anî ziman ku ji 5 dêrên Ermeniyan 4 jê hatine hilweşandin "Dêra Ror" Dêra Emrniyan a Sûrp Kevark jî ji bo hespan weke axurê hatiye bikaranîn. Nivîskar Guven ku di pirtûka xwe ya bi navê 'Dîroka Dêrikê' de cînayetên hov ên li hemberî Ermeniyan, anî ziman ku 500 zarokên Ermenî li herêma 'Gov' ji kendêl hatine avêtin.
'ZAROKÊN ERMENÎ MÎNA ÇÛKAN JI KENDÊL DIHATIN AVÊTIN'
Nivîskar Eyup Guven ê bi lêkolînên xwe yên li ser qirkirina Ermeniyan tê naskirin, bi vî rengî behsa cihên komkujiyê yên li Dêrikê kir: "Ya ku di navbera salên 1914 û 1915'an de li navçeyê qewimî, demeke komkujiyê bû. Ermeniyên ji derve hatibûn anîn, zêdeyî hezar jin, zarok, extiyar û ciwan hatibûn qetilkirin. Komkujiyên li navçeyê bi giranî li herêmên bi navê Gov, Girê Kot, Textê Fireşiyê, Xerzikê Korta hatin kirin. Li her yek ji van chan hovîtiyek rû da. Di nava van de ya herî hov jî li herêma 'Gov'ê qewimî.
Li vê herêma li quntarên çiyayê li rojhilatê navçeyê bilindahiyeke herî kêm 40-50 metre heye. Ev herêma 'Gov' ku bi qasî 2 km dirêj e, bûye cihekî bi qetilkirina zarokên Ermenî tê bîranîn. Hin ji malbatên di pêvajoya 1915'an de derfet nedîtin ji navçeyê birevin, ji aliyê Kurdên Misilman ve hatin parastin, hin jê jî nekarî xwe ji komkujiyê rizgar bikin. Bi rêya hin malbatên ji şêniyên navçeyê, zarokên di navbera 1-5 salî de li çeltikên hesp û keran bi komên ji 5 û 10'an hatin bicihkirin û dianîn herêma 'Gov'ê. Li vê derê jî bi dest û lingê zarokan digirtin û qaşô ber bi kesê li aliyê din ve dihat avêtin. Dema zarok diavêtin jî digotin 'Çûk firiya, çûk hat' û ew zarok ji bilindahiya 100 metreyî li nava tehtên tûj diketin û parçe dibûn. Herî kêm 500 zarokên di vî temenî de bi vê rêbazê hatin qetilkirin."
'PÎŞEKARÊN ME ERMENÎ BÛN'
Nivîskar Guven da xuyakirin ku qirkirina Ermeniyên li Dêrikê ji bo şaristaniya mirovahiyê windahiyeke mezin bû û bal kişand ser aliyê pîşekariya Ermeniyên bi sedan salan bi Kurdan re li Dêrikê dijiyan û got, "Ji bilî paşeroja dîrokî ya Ermeniyan ku yek ji qewmên herî kevin ên li ser rûyê erdê ne, hebûna wan a li navçeya me, kar û nûbûnên wan li navçeyê kirin, gelekî zêde bûn. Karê zeytûnê ku çavkaniya herî xurt a debara navçeya me ye, di encama hewldanên gelê Ermenî de girîng hat dîtin. Bi hêsanî dikarim bêjim ku darên zeytûnê yên li navçyeê şîn bûne, berhema wan e. Zeytûnên li dehlên Zeytînpinar û Xabê di roja îro de jî bi navê wan tê bîrnîn. Wekî din, kîjan malbateke xwedî bingeh a li navçeya me were lêkolînkirin, di nav de wê bê dîtin ku ferdek bi Ermeniyan re zewiciye."
JI BI HEZARAN MALBATAN BI TENÊ MALBATEK MA
Guven diyar kir ku beriya komkujiyê li Dêrikê bi hezara Ermenî hebûn, lê niha bi tenê malbatek maye û got, "Beriya sla 1915'an de 1900 Ermenî li navçeyê dijiyan. Di roja îro de hem ji ber aloziya aborî hem jî ya siyasî, temamiya Ermeniyan koç kirine. Ji çil malbatên li navçeya me bi tenê malbatek maye."
LI DÊRIKÊ 5 DIBISTAN Û 5 DÊRÊN ERMENIYAN HEBÛN
Nivîskar Guven da xuyakirin ku beriya Qirkirina Ermeniyan li navçeyê 5 dibistan, alonên sînema, cihê çêkirina sabûnê hebûn û bal kişand ser girîngiya ku civata Ermeniyan dida perwerdeyê. Guven got, "Beriya 1915'an li navçeya me pênc dibistan hebûn, di asta dibistana seretayî de du dibistanên ku ji bo perwerdeya zarokên Ermenî hatibûn çêkirin hebûn. 1. Mektebi ibtidai, 2. Mektebi Sibyan: dibistanên seretayî bûn. Li van dibistanan zarokên 5 û 6 salî hînî xwendin, nivîsandin û agahiyên olî dibûn. Bi zimanê Fransî perwerde didîtin. Her wiha 3 dibistanên keçan ên Ermeniyan hebûn; bi zimanên Fransî û Ermenî perwerde didîtin...Du salonên sînema, heft karxaneyên sabûnê hebûn.