HDP wê bi her kesî bide qezenc kirin - Cemîl Bayik

"Serketina HDP'ê wê were wataya demokratîkbûn û çareseriya pirsgirêka Kurd. Ji ber ku ji bilî HDP'ê hêzeke siyasî ya xwedî proje û polîtîkaya çaseriyê tine ye. Ji ber vê yekê derfeteke dîrokî hatiye pêşiya Tirkiyeyê."

Rêberê Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ji sala 1993'an û vir ve li ser bingeha demokratîkbûyîna Tirkiyeyê li çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd digerin. Di encama têkoşîna bi dihan salan de pirsgirêka Kurd bi hemû zelaliya xwe derketiye holê û diyar bûye ka çawa wê were çareserkirin. Rêber Apo derxisiye holê ku di nava sînorên Tirkiyeyê de li gorî têgihiştina neteweya demokratîk û bi xweseriya demokratîk dikare çareser bibe. Ji xwe mercên ku ji deh xalan pêk tên û di 28'ê Sibatê de li Dolmabahçeyê ji raya giştî re hatin aşkerakirin çerçoveya bingehîn a çareseriyê ne.  Rêber Apo nêzîkbûna xwe ya çareseriyê di Newrozê de ji raya giştî re jî ragihand. Di vê çerçoveyê de hêviyên ku wê pirsgirêka Kurd çareser bibe jî zêde bûn. 

Di demeke ku li Tirkiyeyê û Kurdistanê hêviya çareseriya pirsgirêka Kurd zêde bûn de gotinên Tayyîp Erdogan bi carekê mîna kevirekî bi ser hêviyên civakê de ket. Dertek holê ku feraset û projeya Erdogan a çareseriyê tine ye. Diyar bû ku Erdogan û AKP hevdîtinên mîna pêvajoya çareseriyê tên binavkirin mîna amûreke siyaseta xwe dibînin. Di provokasyona li Agiriyê de derket holê ku di asta pêvajoya bêçalakiyê ji holê rake de li dij çareseriyê ye. Beriya hilbijartinê li gelek cihan êrîş û provokasyonên leşker û polîsan rû didin. Vê helwesta AKP û Erdogan nîşan da ku eger ji aliyê gel ve xwedîlêderketin hebe pêvajoya çareseriyê dikare encameke rastî bi xwe re bîne. Ji ber vê yekê jî serketina HDP ya ku demokratîkbûn û çareseriya pirsgirêka Kurd xistiye navenda propogandaya hilbijartinê û danezana hilbijartinê gelekî girîng e. 

HDP'ê danezana hilbijartinê aşkera kir. Ev danezana hilbijartinê tê wateya mudaxeleya li dij siyaseta Tirkiyeyê ya ne adil û demokratîk, jiyana civakê û aborî. Ne tenê ji bo Kurdan, ji bo pirsgirêkên hemû gelên Tirkiyeyê tê wateya projeyeke demokratîk a li çareseriyê digere. Ev têgihiştin û projeya demokratîkbûnê xwedî karakterê ku yek bi yek hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bike ye. 

Bûyîna alternatîfa demokratîk a Tirkiyeyê ya HDP'ê, AKP û CHP'ê gelekî bêzar dike.  Ji ber ku bilindbûna HDP'ê tê wadeya hatina rojevê ya demokratîkbûneke rast. Hatina rojevê ya demokratîkbûneke rast jî wê rûyê wan ê rastî teşîr bike ji ber vê yekê jî AKP û CHP dixwazin bilindbûna HDP'ê asteng bikin.  AKP propogandaya hilbijartinê bi tevî li ser bingehê şerê psîkolojîk yê li dij HDP'ê dimeşîne. Tevî ku bi salan bi Fetullahvanan re xebatên tasfiyekirina Tevgera Azadiya Kurd meşandin jî beyî ku şerm bike niha dixwaze HDP'ê têkildarî Fetullahvanan nîşan bide. Ji vê jî zêdetir dibêje projeyeke navneteweyî ye. Hestiyê ziman tine ye lewra hemû reşkirin û bêbextiyan dikin. CHP jî îdîa dikir ku di navbera AKP'ê û HDP'ê de peymaneke veşartî heye. Ev bêbextî û reşkirin nîşan didin ku AKP û CHP çiqasî bêzar û tengav bûne. Desthilatdarî û partiyên siyasî yên ne demokratîk mîna li tevahiya cîhanê; li Tirkiyeyê jî hêzên muxalif tim bi hêzên derve re girê didin. Dewleta Tirk jî li dewsa ku polîtîkayên înkarê û tevkujiya çandî yên dehên salan dimeşîne biterikîne û pirsgirêka Kurd çareser bike, PKK ya ku têkoşîna azadiyê dimeşîne sûcdar dike ku bi hêzên derve re têkildar e. Ji ber vê yekê jî ev dehê salan e ku Tirkiye winda dike. Niha bi pêşîgirtina HDP'ê dixwazin saltanata xwe bidomînin. Hêzên serdest ketine nava tirsa ku bi HDP'ê re wê pergala li Tirkiyeyê biguhere. Ji ber ku di rewşa serketina HDP'ê de êdî wê nikaribin mîna çewlikekê Tirkiyeyê birêve bibin; li dewsa desthilatdariyê ku mîna dayîneke Xwedê tê nîşandan, gel wê bibin xwedî hêz û wê li maf-hiqûqa xwe xwedî derkevin. Êdî wê pêvajokeye siyasetê ya nû ku gel li ber çavan digire destpê bike. 

Serketina HDP'ê wê were wataya demokratîkbûn û çareseriya pirsgirêka Kurd. Ji ber ku ji bilî HDP'ê hêzeke siyasî ya xwedî proje û polîtîkaya çaseriyê tine ye. Ji ber vê yekê derfeteke dîrokî hatiye pêşiya Tirkiyeyê. Di 8'ê Hezîranê de an em ê li Tirkiyeyeke nû ya demokratîk hişyar bibin, an jî di Tirkiyeya kevin de em ê jiyana xwe bi pirsgirêkan re berdewam bikin. Ji bilî HDP'ê partiyeke din ku ji bo Tirkiyeyê aso û pêngavên nû bi xwe re bîne tine ye. 

Dema HDP bi ser bikeve wê ne tenê li Tirkiyeyê demokratîkbûn bipêş bikeve, wê bandoreke mezin li Rojhilata Navîn jî bike. Serketina HDP'ê wê deriyê Rojhilata Navîn a nû ku nasname û baweriyên cuda di nava neteweya demokratîk de bi hev re bijîn jî vebe. Ji bilî polîtikaya HDP'ê, polîtîkayên partiyên din nikarin şerê etnîkî û mezheban rawestîne. Dema HDP bi ser bikeve têgihiştina neteweye demokratîk a li Tirkiyeyê bi pêş bikeve wê li tevahiya Rojhilata Navîn jî deng vede. Polîtîkaya jiyana alternatîf a Şoreşa Rojava û Kobanê bi serketina HDP'ê re wê bihêztir bibe. Herî kêm wê mîna Şoreşa Rojava û Berxwedana Kobanê gelên Rojhilata Navîn bandor bike, neteweya demokratîk û polîtîkaya welatê hevbeş wê bibe hêviya jiyana nû ya gelên Rojhilata Navîn. 

Di vê hilbijartinê de divê takekes û komên civakî bi berpiriyarî tevbigerin û bixebitin. Ji ber ku serketina HDP'ê wê ne tenê ji bo Kurdistan û Tirkiyeyê wê li tevahiya Rojhilata Navîn encamên erênî bi xwe re bîne. Hemû hêzên zextkar, dijminên gel wê bi paş bikevin, hêzên demokrasiyê bihêz bibin. Di vê çerçoveyê de di nava civakê de cudabûneke bi tenê, ti dijberî wê li pêşiya vê arman û derfeta mezin nebe asteng. Şerê nava eşîran an, çima ev bû namzen yê din nebû namzet nezîkatiyên ku zirarê didin pêvajoya hilbijartinê ne û divê werin terikandin. Hemû welatparêz, hemû demokrat di vê pêvajoya dîrokî de divê bi berpirsiyariyeke mezin tevbigerin. 

Di vê hilbijartinê de dengek jî girîng e. HDP çiqasî bi hêz derkeve wê encamên wê yên siyasî jî evqasî mezin bin. Watedayina hemû êş û berdelên demên borî wê bi serketina HDP'ê mimkun be. Bi serketina HDP'ê re wê herkes qezenc bike. 

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka, Azadiya Welat