Ji nûnerên Komeleya Elewiyan a Zurichê Erkan Çinar destnîşan kir Elewî bi tenê di bin sîwana HDP'ê de dikarin bi bawerî û nasnameya xwe re hebin û diyar kir, ku divê Elewî nêzîkatiya kevneperestiyê deynin aliyekî û dengê xwe bidin HDP'ê.
SERHAN DEMÎREL / ANF
ZURICH
în, 24 avrêlê 2015, 07:00
Ji nûnerên Komeleya Elewiyan a Zurichê Erkan Çinar destnîşan kir Elewî bi tenê di bin sîwana HDP'ê de dikarin bi bawerî û nasnameya xwe re hebin û diyar kir, ku divê Elewî nêzîkatiya kevneperestiyê deynin aliyekî û dengê xwe bidin HDP'ê. Çinar got, "Dayîn dengekî ji bo CHP'ê tê wateya înkarkirina nasnameya Elewiyan."
Komeleya Elewiyan a Zurichê biryar da ku di hilbijartinên dema 25. ên 7'ê Hezîranê de destekê bide Partiya Demokratîk a Gelan (HDP). Ji nûnerên komeleyê Erkan Çinar bang li hemû Elewiyan kir ku li gorî biryara Federasyona Yekîtiya Elewiyên li Ewropayê tevbigerin û dengê xwe bidin nûnerê rasteqîn ê bawerî û nasnameyan HDP'ê.
'ELEWIYAN DI NAVA HDP'Ê DE TEMSÎLYETA RAST DÎTIN'
Çinar anî ziman ku li hev kombûna Elewî, bindest, çepgirt û sosyalîstan ku daxwaza bi salan a Elewiyan bû heta niha ji ber hin sedeman pêk nehat û anî ziman ku ev projeya yekbûyînê îro bi HDP'ê re bicih hatiye anîn. Çinar da xuyakiri ku bi hebûna HDP'ê re Elewiyan cihê temsîliyeta rasteqîn a nasname û baweriya xwe dîtine û destnîşan kir ku êdî ti kes wê nikaribe Elewiyan ji berjewendiyên xwe yên siyasî re bikin qurban.
'DI NAVA HDP'Ê DE EM BI NASNAMEYA XWE RE HENE'
Çinar anî ziman ku mîna li tevahiya Ewropayê divê Elewiyên li Swîsreyê jî li gorî biryara Federasyona Yekîtiyên Elewiyan a Ewropayê tevbigerin û ragihand ku Elewî di roja îro de di çarçoveya baweriya xwe de xwe birêxistin dikin. Çinar da zanîn Elewiya biryar dane ku vê hêza xwe ya rêxistinbûyî di nava HDP'ê de diherikîne nava siyasetê. Çinar da xuyakrin ku HDP'ê rê vekir ku Elewî bi nasname û baweriya xwe re hebûna xwe dewam bike û got, "HDP'ê alternatîfa 'werin em bi hev re bimeşin, werin em bi hev re pêşeroja xwe ava bikin' pêşkêşî Elewiyan kir. Rastiya hebûna bi nasnameya xwe ya di nava HDP'ê de, bi lîsteya namzetan a HDP'ê re careke din derket holê."
'CHP TIŞTEKÎ PÊŞKÊŞÎ ELEWIYAN NAKE'
Çinar bibîr xist ku ji ber hin kevneşopiyan Elewî bi salan e CHP'ê destek dike û destnîşan kir ku CHP'ê heta roja îro tiştek pêşkêşî Elewiyan nekiriye. Çinar da zanîn ku Elewiyan heta niha mîna alîgirê tîmeke spor destek dane CHP'ê, lê di berdêla vê de CHP'ê ti ji daxwazên Elewiyan ên li gorî bawerî û nasnameya wan li ber çavan negirtiye. Çinar bi taybetî destnîşan kir ku Elewiyan ti carî cihê xwe di bernameyek an jî rêziknameya CHP'ê de negirtine û anî ziman ku lîderê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû bawerî û nasnameya xwe înkar dike.
'DAYÎNA DENGAN JI BO CHP'Ê XIYANET E'
Çinar ragihand ku dayîna dengan ji bo CHP'ê ji aliyê Elewiyan ve ew weke xiyanetê dibînin û got, "Kiliçdaroglû Kurd û Elewî ye. Rojekê jî ev rastiya xwe neanî ziman. Di ser re li cem kukjerên Elewiyan rûnişt. Dema pêwîstiya xwe pê dît, nîşaneya guran (nîşaneya nîjadperestan) kir. CHP j Elewiyan re dibêje, 'Di nava min de tu dikare bibe her tişt, lê belê bi bawerî û nasnameya xwe re tu nikare cih bigire'. Li gorî van hemû rastiyan dayîna dengan ji bo CHP'ê xiyaneta li Elewîtiyê ye." Çinar da xuyakirin ku yên ji CHP'ê bûne namzet bi nasnameya xwe re di nav de cih negirtine û destnîşan kir ku sedema nîşandana wan weke namzet, ji bilî hewldana ji bo bidestxistina dengên Elewiyan, nayê ti wateyê.
'DEWLET BÊMERHAMET E, DEWLET YEKPARÊZ E'
Çinar anî ziman ku daxwaza herî girîng a Elewiyan, Elewîtî were qebûlkirin û karibin bi awayekî azad baweriya xwe bijîn û careke din bibîr xist ku yekane cihê Elewî vê bicih bîne sîwana HDP'ê ye. Çinar pêknehatina heta roja îro ya vê hevgirtinê bi tevgera Kurd re, weke kêmasiyeke mezin nirxand û got, "Empatiya ku me heta niha nekarîbû bi tevgera Kurd re deynin, divê em êdî pêk bînin. Divê em ji bîr nekin ev dewlet bêmerhamet e, yekparêz e, dewleteke nasname û baweriyên cuda tine dike. Partiyên di nava vê de, nûnerê vî zîhniyetê ne. Eger me beriya bi salan hevgirtina xwe ya bi Kurdan re çêbikira, îro em ê li asteke pêşdetir bûna. Û dibe ku me ewqas êş nekişandibûna."
'BÊYÎ NÎQAŞÊ DIVÊ EM DENGÊ XWE BIDIN HDP'Ê
Çinar biryara destekkirina HDP'ê ya Federasyona Yekîtiyên Elewiyên li Ewropayê bibîr xist û di serî de Elewiyên rêxistinbûyî bang li hemû Elewiyan kir ku bêyî bikeve nava nîqaşê yekser dengê xwe bidin HDP'ê. Çinar dubare ku divê zîhniyeta CHP'ê ya 90 sal in hatiye ceribandin êdî bê terikandin û got, "Li welêt an jî li Ewropayê, pêwîste her Elewî bi berpirsyariyeke mezin û hişmendiya jîndarkirina nirxên baweriya xwe biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin HDP'ê."