Qirkirina Ermeniyan û kuştina Talat Paşa - DOSYA

Di 24 Nîsana 1915'an de 2.345 Ermenî ji Stenbolê sirgûnî Anatoliyê hatin kirin. Yên hatin sirgûnkirin yan hatin kuştin yan jî ji ber hin sedeman mirin. Ji ber vê yekê 24'ê Nîsanê ji aliyê Ermeniyan ve wek roja qirkirina Ermeniyan tê bibîranîn.

Di 24 Nîsana 1915'an de 2.345 Ermenî  ji Stenbolê hatin girtin û sirgûnî Anatoliya  hatin kirin. Di nav wan de rewşenbîr, parlementer, helbestan, nivîskar, mirovê dîndar û karsaz hebûn. Yên hatin sirgûnkirin li sirgûnê ya hatin kuştin ya jî bi hin sedemên din mirin. Ji ber vê yekê 24'ê Nîsanê ji aliyê Ermeniyan ve wek roja qirkirina Ermeniyan tê bibîranîn.

***

Dema ku şerê cîhanê yê yekem nêz di bû, Împaratoriya Osmanî jî li ber têkçûnê bû. Ew împaratoriya mezin, roj bi roj diheliya. Îtîhat û Terakî a ku di sala  1908'an de dest danîbûn ser rêveberiya Osmaniyan û li dû rojên bi îhtiras bûn, li rêyek xelasiyê digeriyan. Wan digot; Em ê ji Derya Spî hetanî Adrîyatîkê dewletek ji neteweya Tirk pêk tê avabikin. 

Wê demê Konsolosê Emerîka Henry Morgenthau di 16'ê Tîrmeha sala 1915an de li ser kesayetiya Talat Paşa nameyek nivîsibû. 

“Êdî min  Talat baş nas dikir. Her roj me hev didît. Li gor Talat ji ber sedemên neyartiya gelên heremê eyelet li ser eyaletan winda dikin. Yewnanîstan, Sirbistan, Romanya, Bûlgarîstan, Bosna Hersek, Misir û Trablugarp ji dest me çû. Li ser vê yekê Împaratoriya Tirkan hat radeya ji hole rabûnê. Digot eger em dixwazin ku yê di dest me de mayî xwedî derkebin, divê ku Turkiye ji van gelên biyanî xilas bibin. Tirkiye a Tirkan e. Ev nerînên Talat ên esasî bûn.”

Salek piştî desthilatdariya Îtîhat û Terakî Ermeniyên ku li Edenê dijiyan ev taluke dîtin. Ji bo parastina xwe çek girtin. Provaksiyon çûbûn di sala 1909an de erişî taxê Ermeniyan kirin. Di encmde li gor arşîvan di navbera 15-30 hezarî ermenî hatin qetilkirin.  Waliyê demê yê Edenê Cemal Paşa di bîranînê xwe de dibêje ku 17 hezar Ermeni û  1.850 Misliman hatinin qetilkirin. Ev buyer di heman demê de wek amadekariya  komkujiya sala 1915an bû jî.

Di destpêkê de bi propagandeyek xwestin Ermeniyan reş bikin. Gotin li kêleka Rusya cîh girtinin, dixwazin dewletek serbixwe avabikin, çek girtinin erîşan dikin. Ev jî parçeyek amadekariyên komkujiyê bûn.

Di Sibata 1915'an de Ermeniyên ku di artêşa Osmaniyan  de bûn, hatin bêçek kirin. Li gelek bajaran, 235 Ermeniyên navdar hatin girtin û van kesan sirgûnî bajarên Çankirî û Ayaşê kirin. Ev hejmar di nav çend hefteyî de gihîşt 2.345 kesî. Yên hatin sirgûnkirin an mirin anjî hatin kûştin.

Û Sal 1915 bihar bû, fermanek ji aliyê jon tirkên îtîhat û terakî ve hatibû dayîn. Fermana qirkirina Ermeniyan. Sewqiyata leşkeran çêbûbû, gelek leşkerên tirkan li heremê hatibûn bicîh kirin, li kêleka wan “Alayên hemidiye” yên ku ji aliyê Paşayê Osmanî Evdilhemîd ve hatibûn sazkirin cîh digirtin. Ji bo rojên reş hemû amedekarî hatibûn kirin..

Li gor planê diviya ji kokê bihatina qirkirin. Divê yek kesek Ermenî sax nemîne.
Divê ti şop li pey xwe nehêlin. Ji bo vê yekê , di rêya koçê de werin tinekirin.
Her tiştên wan bihata tinekirin ku sedemên vegerê li holê nemana.
Her tişt divê bi veşartî be. Ji bo ku hesasiyetên navneteweyî ji holê werin rakirin. 
Ji bo pêşîgirtina berxwedan û îsyanê, divê ku serok û pêşengê wan ji holê werin rakirin.
Mesrefên komkujiyê divê ji Ermeniyan bê girtin. Dest bidin ser hesabên wan ê banqa û serweta wan.

***

Pêşengê Îtîhat û terakî ji bo bigihîjin armanca xwe çi ji dest wan dihat pêkdanîn. Piştî van qanûn û daxwaznameyan ji bo komkujiyê amedekarî hatin kirin. Ermenîyan nêzikbûna wan rojên reş didîtin. Lê bêçarebûn. Pêşeng û rêber tinebûn. Li benda qedera xwe û li benda wîjdana wan a reş man. Lê berî wan li Kurdistan ermenê û kurd di nav aramiyek de bi hevre dijiyan.

Berî ku ew werin, li kurdistan li bajaran, li gundan dengê ezanê Mizgeftan û zengalên Dêran bi hevre bilind dibûn. Kurdan ji rezê Ermeniya fêkî danî, Ermeniyan ji titûna kurdan a xas cixareyên qaçak dipêçan. Bedoyê kurd pêlavên xwe li ba solcî Dîkran didan çekirin, Dîkran li ba aşvan Salo genimê xwe dihêra. cînar bûn. Li bin yek esmanî, wek mirovan dijiyan. Kîn, nefret, hesûdî, mirin, kuştin di vê cînariyê de tinebû..

Di 27'ê Gulana sala 1915'an de bi zagonek hin selahetiyên mezin dabûn rêvebir û leşkerên heremê ku dema bixwazin dikarin hin kesan sirgûn bikin. Di 10 Hezîranê de bi daxwaznameyek nû diyarkirin ka çawa dikarin dest bidin ser mal û serweta wan kesên tên koçkirin. Û dîsa bi vê dîyarnameyê de dema koçkirinê bêdem dikirin.

Lê piştî van daxwazname û talîmatan ji her derê Anatoliya ref bi ref koça Ermenî yan destpê kir. Hedefek wan a ew ê koş bikin tunebû. Çol û çiya wek Enwer û Talat plankiribûn ew ê ji wan re bibûya goristan.

Hovser Heyranî di nivîsek xwe de behsa koça ji Çemîşgezekê destpêkirî dike.

“...Di 15ê Hezîrana 1915an de amadekariyên koçkirinê destpêkirin. Û fermanek wiha derxistin. -Sibehê bêcûdekarî hemû Ermenî ew ê herin Arapgîr. Bi tenê dikarin li gel xwe hin erzakên sivik û xwarina rê bigirin. Bilî vê ti tiştî nikarin bibin. Heqê rê kesên diçin  ew ê bidin. Eşyayê nav malê divê di cih de were hiştin. Piştî ku derî hatin girtin, divê ku nifte radestî hikûmetê werin kirin. Kesên ku mislimantiyê qebûl bikin, dikarin karê xwe dewam bikin.-  Telal di nav taxên Ermeniyan de derbas dibûn û bi dengek bilind ev ferman dixwendin...”

Her tiştê di dema rêwitiyê de ew ê destpêbikira.. Û di  rêwitiyê de erîşan  heman destpê kir.

Dihatin kuştin, dihatin şêlandin, destdirêjiya namûsa wan dikirin.  Cîranên kurdan li ber çavên Kurdan dihatin qirkirin û kurdan nikaribûn midaxle bikin. Kesên midaxle dikirin jî heman aqûbeta Ermeniyan dijiyan. û qirkirin. 
Di serî de kurd û gelê ku li herêmê dijiyan li dijî ermeniyan hatibûn xapandin. Hin kes jî li kêleka eskerên Tirkan cih digirtin û dibûn şirîkê vê komkujiyê.

Gelek kesên di vê koçê de cih girtibûn di dema rêwitiyê de hatin kuştin. Kesên ku gihîştin kampan jî ji birçînan û ji nexweşînan mirin. Di encam de di rûpelên dîrokê de hat nivîsandin milyon û nîvek Ermenî ji aliyê Osmaniyan ve hatinin qirkirin..

Nivîskarê kurd Kemal Fevzî di sala 1915'an de di nivîsek xwe de wiha digot:

Li Rihayê rojek germ de bû, li derveyî bajêr dibin kendal û siyên daran de kesên sêwî, jin, jinebî û zarokên ji bîrçîna li bercandayinê û cesed hebûn. Li erdê dirêjkirî hebûn. Belê ew kesên ji Mûşê, ji Erzîromê, ji Wanê, Ji Belîsê birêketibûn û diyar bi diyar meşiyabûn hebûn. 

Bi hezaran zarok, keç û jin li pazaran wek kole hatin frotin. Di nava demek kurt de gelê heremê hatibûn qirkirin. Gelek bermahiyên Ermeniyan hatin tehrîp kirin. Dest dane ser mal û milkê wan.

Di navbera sala 1915'an 1923'an bi Ermeniyan re, 500.000 Süryani, 750.000 Helen jî hatin koçkirin..

Lê reqemên kesên hatinin kuştin û şîneya Ermeniyan wê demê hetanî îro jî nehatî zerlal kirin. Di vî warî de gelek nîqaş û aloziyên mezin henin. Hin çavkanî nifûsa Ermeniyan a wê demê wiha îdea dikin..

Çavkaniyên Osmanî    1.295.000
Çavkaniyên Ernenî      1.914.000
Çavkaniyên Rojavahî  1. 800.000

***

Talat Paşa di nav tevgera Îtahat û Terakî de ne leşkerî di ware siyasî de gelek bi bandor bû. Di sala 1908'an de wek mebûs li Edîrnê hat hilbijartin. Di sala 1913'an de ji wek wezîrê karê hundirîn di hikumetê de cih girt. Dema ku di 24'ê Nîsana  1915'an de plana qirkirina Ermeniyan hat dayîn, li kêleka Enwer Paşa ew jî hebû.

Talat Paşa dema wezîr bû biryar da û li kêleka Alman tevlî şerê cîhanê yê yekem bû. Dema ku Alman di şer de têkçûn, di heman demê de ev bû sedema  têkçûna rêvebirên îtihad û terakî jî. Ji bo vê yekê di 1ê Mijdara sala 1918'an de Talat û hevalên xwe bi keştiyek Almanan a binavê, ji Tirkiyê bazdan. Li ser Ukranya derbasî Almanya bûn.  Dewleta Almanya li Talat xwedî derket û mafê li Almanya mayinê danê. 

Piştî şerê cîhanê ji bo sûcdarên vê komkûjiyê werin darizandin hin dadgeh hatin damezirandin. Ev dadgeh wek sembolikbûn û ji bo osmaniyan derxin pakiyê hatibûn sazkirin. 

Bi taybet piştî şerê cîhanê yê yekemîn di 18'ê Çileya 1919'an de ji aliyê komiseriya bilind ya Brîtanya Amîral Calthrope ve 120 kes  birin  Girava Malta û li vêder dadgehek hat damezirandin. Di 29 Tîrmeha 1921'an de Dozgerê qiraliyeta Brîtanya hemû kesan beraat kir. Di vê dadgehê de hin kesên Amerikî jî wek çavdêrn tevlî dozê bûn û diyarkirin ku di vê mijarê de belgeyên ku tespît bike ev Komkujiye tinenin..

Lê hatibû îspatkirin ku berpirsyarê vê komkujiyê, pêşengê îtîhat û terakiyê Talat Paşa, Enver Paşa û Cemal Paşa ne.

Dema hat xwestin Talat Paşa were darizandin ew zûde derbasî Berlînê bûbû. Lê hemû şopên berpirsyariya Komkujiya Ermeniyan de Talat Paşa dihat dîtin. 

Sal derbasbûn li Almanya li bajarê Hamm bi ajanê servîsa îstixbarata Îngilizan Aubrey Herbert re di hevdîtinek xwe de wiha digot:

“Ez li dijî qirkirina Ermaniyan ya giştî bûm, lê zextên Almanan li ser me hebûn.”

Talat Paşa piştî ku li ser Ûkranya de derbasî Berlîn bû ne wek penaberek, wek dîplomatek hat pêşwazî kirin. Li Berlîn di avahiya ku girtibû de, ew û jina xwe dijiyan. Bihîstibû ku ji aliyê komîteyên Ermeniyan ve biryara kuştina wî hatî dayin. Navek “kod” bikaranî, Alî Sag. 30 kîlo zeîf bû. Simbêlên xwe jêkir. 

Têkiliyên xwe bi siyasetê re qût nekir û bi rêkûpêk bi kemalîstan re diket nav têkiliyan. Di dema Siltaniyê de her çiqas ji Almanya hat xwestin jî Almanan ev daxwaz red kirin.

Alman lê xwedî derdiketin lê dema ku Talat hat Berlînê kesek dina jî, kesek Ermenî, kesek ji komkujiyê xelas bûbû,  bi dû şopa Talat Paşa ketibû. Dema ku agahî girt Talat hatî Berlînê ew jî hat Berlîn û li kolana mala Talat Paşa di avahiyek de bicîh bû.

Di plana komkujiya Ermeniyan de ya herî zehmet koç bû. Hatibû plankirin ku di dema koçberiyê de hetanî ku bigîhiştina cîhê xwe ew ê bihatina qirkirin. Ji van koça yek jî ji Erzîncanê birê ketibû. Di nav van bi dehhezaran koçberên ermenî de, bi nave Solomon Tehleryan xortek 15 salî jî hebû. Dîsa di  koma koçê de li gel Solomon dayika wî, 3 xwêşkê wî, zavayê wî, 2 birayê wî û biraziyek wiyê 2 salî  jî hebûn.

Di rêwitiyêde rastî erîşa eskerên Osmanî hatin. Dayika wî li wê der hat kuştin û xwuşka wî ji aliyê eskeran ve hat tecawizkirin. Ew jî bi birîndarî, dibin cesedê birayê xwe de xelas bû. Li mala kurdek Dersimî tedawî bû.  Piştî ku sax bû derbasî Tiflîsê bû.

Li Tîflisê 2 sal ma. Piştre li Stenbol, Sofya û dawî de derbasî Fransa bû. Li faransa şopandia Talat Paşa domand. Agahiyek girt ku Talat li Berlînê ye û derbasî Almanya bû. Li Berlîn li hemberî mala Talat paşa ya avahiya 37'an a kolana Herderbeg, di avahiya 4'an de bicîh bû.

Her çiqas Talat sîmaya xwe guhertibû, simbêlên xwe jêkiribû û navek din bikar danî jî Soloman ew teşîs kir û bi rojan şopand.

Û 15'ê Adara 1921'an Talat Paşa ji mal derket. Soloman li mala xwe ew dişopand, bi dû wî ket û li kolana Fesenen gihîşt pişt Talat  bang kir, Talat !!!!! û telek gûle berî serê Talat Paşa da. Talat Paşa li cihê bûyêrê mir. Solomon Tehleriyan çek avêt ser cesed û jî aliyê Almanan ve hat girtin.

Cesedê Talat Paşa li Berlînê li Goristana Tirkan hat definkirin. Merasimek fermî çêbû. Di warê dîplomasiyê de tevlîbûnek mezin hebû. Ji Tirkiyê jî gelek kes tevlî vê merasimê bûn. Hin kesan jî peyam şandin.

Di 2-3 Hezîranê li Berlîn doza Solomo tahleryan destpê kir. 3 parêzer Solomon Tehleryan diparast. Doza Solomon Tehleryan 2 roj dom kir. Li dadgehê dozger dema ku got te însanek kuştî,got “belê min kuşt lê ez qatîl nînim“.

Solomon Tehleryan parastinek siyasî kir. Dewleta Alman jî ji bo ku ev doz nebe dozek siyasî pirr hewl da. Solomon Tehleryan dixwest li dadgehê Talat Paşa wek bersûc bide nîşandan. Dewleta Tirk û Alman di xwestin dozê ji atmosfera siyasî derbixin û wek bûyêrek kirmînal nîşan bidin. 

Gelek Ermenî hatin li dadgehê şahidî kirin. Di nav van şahidan de kesek navdar hebû, Gregoris Palakian. Gregoris Palakian, di dema komkujiyê de li Tirkiyê hatibû girtin û ji komkujiyê sax filitî bû.

Solomon Tehleryan piştî darizandina 2 rojan serbest hat berdan. Di destpêkê çû Sirbistan. 3 sal şûnde li wêder bi keçek ji Erzîncan bi navê Anahît Tatîkîan re zewicî. Bar kirin Belçîka û hetanî sala 1945'an li vê derê ma. Ji wê derê derbasî Amerîka bû. 

Di sala 1960'an de li vê derê jiyana xwe ji dest da. Li Kalîforniya li goristana Ararat hat definkirin. Li ser gora wî kêliyek ji figurê piling û mar hat çêkirin. Dîsa li gelek deverên Ermenîstan peykelên wî henin.

Cemal Paşa piştî têkçûna şerê cîhanê yekem, bi Talat û Enver re derbasî Berlîn bû. Cemal Paşa dema ku li Berlîn bû, li dadgeha Stenbolê de, ji bo ku di nav erebandan bûye sebebû serhildana, di sala 1919'an de di derheq wî de biryara cezayê îdamê hat dayîn.

Di 21 Tîrmeha 1922'an de li Tiflîsê ji aliyê 2 tolhiderên Ermenî, Karakîn Lalayan û Sergo Vartanyan ve hat kuştin. Cesedê wî li ser daxwaza Kazim Karabekîr anîn li Erzîromê definkirin.

Enver Paşa piştî ku Îngilizan biryara îdama wî dan, ew jî bi Talat û Cemal Paşar re derbasî Berlînê bû. Nasnameya xwe guhertibû û ji bo ji nû de birêxistin kirina Îtihat û terakî faaliyet dimeşand.  Demek li vê derê ma û piştre derbasî Rusya bû. Di 2 Tebaxa 1922'an de li Tacikîstan di şerê li dijî eskerên Rusan topek havanê îsabetî wî kir û ew jî mir. 

Sal derbasbûn, di dema desthilatdariya Demîrel de, naaşê wî di 3'ê Tebaxa sala 1996'an de anîn Tirkiyê û bi merasîmek fermî definkirin.

Ermenî jî li çar aliyê cîhanê belavbûn û ji bo hesabê wê sala reş were girtin, ji bo ev komkujî were qebûlkirin, ji bo berpirsyar di qada navneteweyî de werin mehkûm kirin, dest bi xebatên siyasî û faaliyetên lobî kirin.  Ji van  xebatên xwe carnan encam jî girtin..

Îro li 20 welatî di parlementê xwe de zagona komkujiya Ermeniyan pejirandinin. Li Amerika ji 50 eyaletî 36'ê wan ev komkûjî qebûlkirin. Dewletên ku ev komkujî qebûlkirinin evin..

Arjantîn,Belçîqa,Frensa,Holenda,Qibris,Swêd,Swîsre,ÎtalyaQanada,Lubnan,Rûsya,Slovekya,Ûrûguanya,Yewnanîstan,Polonya, Venezuela û Şilî:

Kurdên ku li Tirkiyê wan bi gelek êş û zehmetiynre rûbirû man. 

Di 19ê Çile ya sala 2007an de li Stenbol, li ber derê avahiya Agosê, saet di 15.00 an de, rojnamevanê Ermenî Hrant Dînk ji aliyê nîjadperestên tirk ve hat qetilkirin. Piştî kuştina Hrant komkujiya Ermeniyan ji nû de berfireh hat nîqaş kirin.

Dîsa Ermeniyên ku li Dîyaspora dijîn jî bi salan ji bo vê komkujiyê bi cîhanê û bi tirkan bidin qebûl kirin têdikoşin.

Yekem bîryardayin di 24ê Nîsana 1968an de li Lubnan li bajarê Beyrût hat çêkirin. Piştre li Ermenistan, Amerîka, Misir, Fransa, Brezîlya, Bûlgarîstan û İtalya ev Abîde hatin çêkirin.

Her sal di 24 Nîsanê de li herderî cîhanê Ermeniên ku dijîn ji bo bîranîna vê rojê merasîma lidar dixin. Li gelek deveran û li ser abîdeyên peyamên vê komkujiyê têne dayîn.

Şahidek komkujiyê di sala 1972'an de di dokumanterk de wiha digot: 
"...Hikûmeta Tirkiyê ji we re dibêjim. Ez îro 82 salî me. Wê demê 13 salî bûm. Ne 13 salî 120 sal jî derbas bibe ez ê van gotinan ji were bibêjim. Ji zikê jinên ducanî bi xençeran zarok derdixistin, digotin “binêrin keç e” an jî “binêrin kur e.” Bi herdû lingên wî digirtin wek kevrûşkek serjêdikirin. Birayê min 3 roj dibin cesedan de mabû. Bêxwedêno!!! Xwedê rojek van yeka wê bibîne û bela we bide we. Hûn çawa dikarin bibêjin “me tiştek nekiriye, gawiran em qirkirine.” Hûn di rojname û tv’yan de her tim derewa dikin, xwedê rojek wê bela we bide. We li me çi kir Xwedê jî hezar carî li we bike. Hê gelek tişt min negotine. Ka kîjanî bibêjim. Hemû dar bibin pênûs, okyanûs jî bibin murekeb têrê nake ji bo nivîsandina tiştên me dîtine..."

Sal derbasbûn komara Tirkiyê hat  damezirandin, lê wan jî ev komkûjî înkar û red kirin. Wan jî li gor xwe hin çavkanî û dokumasyon derxistin, wan jî îdea kir ki Tirk hatinin qetilkirin, wan zext dan ser dewletan ku vê komkûjiyê neynîn rojeva xwe û qebûl nekin, wan di sedsala 21'an de cardinan dest didan ser mal û milkê Ermeniyan.