Konseya Rêveber a KNK'ê di daxuyaniya xwe ya ji ber 100. salvegera Qirkirina Ermenî, Asûrî-Kildanî û Kurdên Êzidî de got, "Em wekî KNK di sedemîn sala bîrînana vê bûyera xembar û jenosîdê de careke din beyan dikin ku miletê Kurd şirîkê xema wan e, hevparê qedera wan e."
Konseya Rêveber a KNK'ê, ji ber salvegera 100. a Qirkirina Ermeniyan daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku Ermenî, berî sed salan, di 24'ê Nîsana 1915'an de bi biryara hikûmeta Osmanî ya Ittihat Terakî gelek plankirî û sîstematîk hatin qir kirin û got, "Ne sedan, ne hezaran, biçûk mezin, jin, mêr, ciwan û pîr bi temamî milyonek û nîv mirov, bi biryara hukûmeta Ittihat Terakî hatin kuştin, ji cih û warên xwe hatin derbeder kirin, hatin qir kirin. Ji bilî Ermeniyan, Asûrî-Suryanî-Kildanî (Nestûrî) û Kurdên Êzidî jî bi ber vê kuşt û kuştdariyê ketin ku Asûrî-Suryanî-Kildanî jî wekî 'Seyfo' bi nav dikin."
KNK'ê da xuyakirin ku hikûmeta Ittihat Terakî ya dewleta Osmanî cografyaya Anatoliya û Kurdistanê kir meydana şerekî dijwar û komkujiyên bêtixûb pêka nîn û ev xal destnîşan kir: "Ittihat Terakî ku bi zihniyeta nijadperestiya Tirkî hereket dikirin, bi van polîtîkayên serbirîna xelkên Ermenî, Suryanî-Kildanî û Kurdên Êzidî dixwestin navçeyê bikin gola xwînê û van xelk û neteweyan bibirînin. Wan bi van kir û kiryarên xwe ve planê paksaziya etnîkî bi cih dianîn ku Anatoliya û Kurdistanê bikin welatê tenê Tirkên sunnî Îslam. Dagiriya wan a salan têrê nekir, vê carê jî dest bi komkujiyê kirin ku ji bo xwe warekî bi nufûseke homojen ya Tirkî ava bikin.
Ittihat Terakiya ku ji kadroyên nijadperest yên Jon Tirkan pêkhatî di wan şert û mercên serê sed sala bîstan û destpêka şerê cîhanê yê yêkemîn de, li ser xweliya têkçûn û hilweşîna Imparatoriya Osmaniyan amadekariya avakirina dewleteke nijadî û nijadperest ya Tirkî dikirin. Hebûna xelk û neteweyên wekî Ermenî, Asurî-Suryanî-Kildanî bo wan asteng bû û her di serî da ji bo ku xwe ji vê astengiyê xilas bikin ew planê bêyûm yê jenosîdê amade kirin û di pratîkê da jî bi cih anî.
Hikûmeta Ittihat Terakiyê ji bo vê armanca xwe ya qirêj û xwînawî dîne Îslamê jî bo xwe kire çekek û adeta xelkên ne Îslam ji cografyaya hevpar a Anatoliya û Kurdistanê bi darê zorê ramalîn û îmha kirin.
Encama vê polîtîka wan di serî da bû qirkirina Ermeniyan, Asûrî-Suryanî-Kildaniyan û Kurdên Êzidî ber vê zulmê ketin. Ermenî û Suryanî-Kildaniyên ku ji vê felaketê rizgarbûyî derbederî welatên dorberê û dinyayê bûn. Nufûseke boş a Kurdên Êzidî jî terkî welat bûn û ber bi welatên Kafkasyayê ve koç kirin.
Mîratxwera Împaratoriya Osmanî û fikriyata nijadperestî ya Ittihat Terakî, Komara Tirkiyeyê ya nû li vê polîtîka jenosîdê xwedî derket û heta îro jî vê komkujiyê diparêze û hêcetên xwe heq derxistinê diafirîne. Dinya vê jenosîdê mehkûm û şermizar dike lê dewleta Tirkiyeyê bi israr li vî sûcê xwe yê mezin xwedî derdikeve. Di serî da Ermenî û hemû xelkên ku bi ber vê felaketê ketî daxwazê dikin ku dewleta Tirkiyeyê vî sûcê xwe qebûl bike, lêborînê bixwaze û tazmînatê bide kes û karên goriyên vê jenosîda mezin.
Gelek aşkera ye ku hikûmeta Ittihat Terakî ya Osmanî ev sûce kiriye û Komara nû ya Tirkiyeyê jî mîratxwera wê dewlet û hikûmetê ye û şirîka wê polîtîkayê ye.
Di sedemîn sala bîrînana wê felaketa mezin û jenosîda bi serê Ermeniyan, Suryanî-Kildaniyan û Kurdên Êzidî hatî da, her milet û dewleta xwedî dad û wijdan divê hisaba vî sûcê mirovî ji dewleta Tirkiyeyê bipirse.
Di wê jenosîdê da hikûmeta Osmanî ya Ittihat Terakî hindek ji xelkên musulman jî kirine şirîkê vî sûcê xwe. Di wan şertan da hejmareke biçûk jî be Kurdên ku wijdan û mirovahiya xwe kirine berjewendiyên maddî digel hukûmeta Ittihat Terakî ya Osmanî bi rê ketin û zêdetir jî bi gef û organîzekirina wan mixabin destê xwe kirine nav xwûna van xelkên cîran. Kiryara vê hejmara biçûk ya Kurdên darûdeste ji teref piraniya mezin a miletê Kurd ve bi vekirî û xurtî hatiye rûreş û şermezar kirin û ji xelkên Ermenî û Suryanî-Kildanî û her wisa ji Kurdên Êzîdî jî lêborîn hate xwestin ku ya rast ev bû. Kurd bûne şirîkê xema xelkên bi ber komkujiyê ketî ku esasen ew jî bi rengekê bibûne mexdûrê wê operasyonê. Hejmareke mezin ya Ermenî û Asuri-Suryanî-Kildaniyan jî ji aliyê Kurdên xwedî wijdan û xasyeta mirovî ve hatin parastin û xwedî kirin û bi vî rengî ji mirinê hatin xilas kirin.
Em wekî KNK di sedemîn sala bîrînana vê bûyera xembar û jenosîdê da careke din beyan dikin ku miletê Kurd şirîkê xema wan e, hevparê qedera wan e. Kurd duhî jî digel xelkên Ermenî û Suryanî-Kildanî hevderd bûn, hevqeder bûn û îro jî herwisa ye. Kurd û Kurdistanî îro di prosesa avakirina Kurdistanê da van serpêhatiyan ji bîr nakin, digel mîratxwerên van xelkan welat û civateke demokratîk ava dikin.
KNK bangî dewleta Tirkiyeyê dike ku rûbirûyî dîroka xwe ya xwînawî bibe, kiryarên xwe yên nemirovî bibîne, qebûl bike, lêborînê ji Ermeniyan û hemû xelkên jenosîd lêkirî bixwaze, daxwaza nifşên nû yên van xelkan herfiyen bi cih bîne."