Cemîl Gerapêt Kêvo yê di Qirkirina Ermeniyan de hemû xizmên xwe winda kir got, "DAIŞ a îro, rewşa modern a Tirkiyeya 1915'an e. Tiştên ku bav û kalên me der barê qirkirinê de ji me re digotin, îro DAIŞ li pêş çavên me pêk tîne."
REŞÎT SERDAR / ANF
HESEKÊ
pêncşem, 23 avrêlê 2015, 11:17
Cemîl Gerapêt Kêvo yê di Qirkirina Ermeniyan de hemû xizmên xwe winda kir got, "DAIŞ a îro, rewşa modern a Tirkiyeya 1915'an e. Tiştên ku bav û kalên me der barê qirkirinê de ji me re digotin, îro DAIŞ li pêş çavên me pêk tîne."
"Dema Qirkirina Ermeniyan rû da Sefîrê DYA li Ermenîstanê bû. Bi rêya telgrafê welatê xwe der barê qirkirinê de agahdar dikir. Lê belê DYA ji ber ku nekarî pêşî li qirkirinê bigire, bersiveke biçûk jî nikarîbû bida sefîrê xwe."
"Zikê dayikan hatin qelaştin, zarokên ji zikê dayikan hatin derxistin bi dîwêr ve hatin daliqandin... Bi gotina 'di zikê wan de zêr heye' bedenên zilaman hatin parçekirin..."
Ji malbata Kêvo ya Ermenî ku ji bajarê Wanê hatiye Hesekê Cemîl Gerapêt Kevo, der heqê qirkirinê de bersiv da pirsên ANF'ê.
'ME GELÊ XWE, TAYBETMENDIYA XWE YA HUNERÎ Û DÊRÊN XWE WINDA KIRIN'
Der heqê malbata xwe de hûn dikarin hin agahiyan bi me re parve bikin?
Em ji gundê Çûgak ê li rojavayê Wanê ne. Tê wateya gundê xwedî aş. Bi qasî ku dizanim li gund hînê bermayînên aş û dêra me hene. Li gorî gotinên bav û kalên me, em weke malbata Kêvo tên naskirin. Kêvo navê kalê kalkê min e. Navê kalkê min jî Sarkisyan bû. Kalkê min li pêş çavê bavê min hat kuştin. Pîrka min jî di wê demê de winda bû. Em malbateke Ermenî ya Katolîk in.
Qirkirinê bandoreke çawa li malbata we û civaka Ermenî kir?
Dikarim bêjim ku komkujiya herî mezin a dîroka mirovahiyê ye. Ya bi serê Ermeniyan hat nehatiye serî ti gelî. Ji ber ku sê ji çar parên gelê Ermenî bi vê komkujiyê re hatiye tinekirin. Her çend gelek gel li komkujiyê rast hatibin jî, bi qasî gelê Ermenî nehatine kuştin. Ermeniyan di nava demeke kin de piraniya mirovên xwe winda kirin. Ji ber vê yekê Qirkirina Ermeniyan ji gelek qirkirinên din cuda ye. Malbata min mînakek ji vê ye. Li gorî gotinên kalkê min, bi tenê bavê wî maye. Dê û bav û sê xwişk-birayên kalkêm in winda bûne. Çiqas xal, ap, xizmên wî hebûn nizanim. Bi tenê kalkê min sax maye. Wekî din me dêr û aşê xwe yê li gundê xwe winda kirin. Weke civaka Êzidî me taybetmendiya xwe ya hunerî winda kir. Hinek ji me bûn Misilman, hinek jê bûn Ortodoks hinek jî Katolîk. Wekî din, ji ber hunera destan zarokên me di wê demê hatin firotin. Nifûsa me kêm bû. Weke civak em xizan bûn. Tevî ku diya min li Hesekê bû jî ji tirsa nekarîbû navê Ermenî li min bike. Navê min kir Cemîl.
'JI BER KU TIRKIYE DI BIN FERMANA WAN DE YE...'
Hûn nêzîkatiya DYA, Rûsya û dewletên Ewropayê ya li qirkirinê çawa dinirxînin? Dikarin rastiyan deynin holê?
Ji sedî sed. Eger bixwazin dikarin sedema rastî ya pirsgirêkê deynin holê.
Çima vê nakin?
Hînê têkiliyeke xurt a van dewletan bi Tirkiyeyê re heye. Di dema Osmanî de jî xwedî têkiliyeke xurt bûn. Tirkiye her tim ji fermana van dewletan re amade ye. Tirkiye li ser kuştina mirovan kar dike. Erdogan dema ji dewletên Rojava re diaxive dibêje, "Çend efserên me li ser navê we şer kirin". Ev yek rastiya têkiliyên wan radixe pêş çavan. Çima Erdogan ji van dewletan re nabêje "Em ê êdî xwînê nerijînin"... Ji ber ku berjewendiyên wan ên hevpar hene. Dewletên Ewropayê di nava sînorê xwe de demokrasiyê diparêzin. Lê naxwazin dewletên din bibin xwedî demokrasiyê.
Çima naxwazin?
Ji ber ku dixwaze hîn bêhtir bidizin, bêhtir bifiroşin! Her wiha rastiyên dîrokî hene. Dema Qirkirina Ermeniyan rû da, sefîrê DYA li Ermenîstanê bû. Bi rêya telgrafê ji welatê xwe re ragihand ku qirkirin rû dide. Lê belê DYA li şûna pêşîgirtina li qirkirinê, bersiveke biçûk jî neda sefîrê xwe. Diyare qirkirin li gorî daxwazên wan bû. Lê belê em helwesta Papa ku gotina 'Qirkirinê' bikar anîn, erênî dibînin. Lê kêm e.
'TIRKIYE NAXWAZE LI QADA NAVNETEWEYÎ BIKEVE REWŞEKE NEHEQ'
Bi dîtina we çima Tirkiye bi israr qirkirinê qebûl nake?
Dema Tirkiye qebûl bike, wê li qada navneteweyî bikeve rewşeke neheq. Wê ji Tirkiyeyê re bêjin, 'tu yê dîroka van qebûl bikî, axa wan qebûl bikî û hurmetê nîşanî wan bidî'. Tirkiye ji bo me dibêje 'dîroka we nîne'. Bila li dema beriya Şerê Malazgîrt ê 1071'ê vegerin.
DAIŞ a îro rewşa modern a Tirkiyeya 1915'an e. Tiştên ku bav û kalên me der barê qirkirinê de ji me re digotin, îro DAIŞ li pêş çavên me pêk tîne. Dewleta Tirk tirsiya ku cenazeyê Aram Tîgran bîne Tirkiyeyê. Dewleta Tirk hînê ji miriyên me ditirse. Ji bo Aram, ax ji Amedê ber bi Ewropayê ve hat şandin.
Hûn projeya TEV-DEM'ê ya 'Projeya Çareseriyê ya Sûriyeya Demokratîk' çawa dinirxînin?
Projeyeke ku qebûlkirina hev a gelan esas digire ye. Ev proje ji bo pêşîgirtina li komkujiyên gengaz, îdeal e. Wekî din hêzên YPG û YPJ'ê bi şerê xwe yê li hemberî DAIŞ'ê re rola xwe nîşan dan.