Demîrtaş: Armanca me ne tenê derbasbûna ji bendê ye

Namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê, xebatên xwe yên hilbijartinê bi tempoyeke xurt dimeşînin.

Namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê, xebatên xwe yên hilbijartinê bi tempoyeke xurt dimeşînin. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Demîrtaş di xebata namzetên herêma 1. a Stenbolê ya li nava gel de axivî û diyar kir ku armanca wan ne tenê derbasbûna ji bendê ye. Demîrtaş destnîşan kir ku 7'ê Hezîranê wê bibe gava destpêkê ya desthilatdariya gel a rasteqîn.

Namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê yên Herêma 1. a Stenbolê, li Meydana Kartalê bi gel re civiyan. Di kombûna ku namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê yê Herêma 1. a Stenbolê Selahattîn Demîrtaş jî lê amade bû de, piraniya wan jin û ciwan bi hezaran kes, li ber stranên bi zimanên Lazî, Tirkî û Kurdî govend gerandin û bi lîstika horonê lîstin. 

Li dû deqeyeke rêzgirtinê Hevserokên HDP'ê yên Stenbolê Ayşe Erdem û Cesîm Soylû di kombûnê de gel silav kirin. 

Piştî axaftina namzeta parlamenteriyê ya Herêma 1. a Stenbolê Huda Kaya, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş derket ser dikê û bi gotina "Ev coşa we wê herdemî be. Di meşa xwegihandina rojên aştî û biratiyê de jî em ê bi coş bin" girseya gel silav kir. 

Demîrtaş da xuyakirin ku hemû bindest, xizan û kedkar di bin sîwana HDP'ê de hatine cem hev û got, "Niha navnîşaneke bi tenê ya rizgariyê heye, ew jî HDP ye." Demîrtaş anî ziman ku derbasbûna HDP'ê ji bendê têrê nake, dem hatiye êdî HDP desthilatdariyeke rasteqîn a gel li Tirkiyeyê ava bike û got, "Di 7'ê Hezîranê de wê gava destpêkê ya vê yekê were avêtin. Bila nebêjin bi tenê armanca HDP'ê derbasbûna ji bendê ye. Me dest bi têkoşîneke demdirêj kirin. Heta ku ev têkoşîn bi serketinê re tacîdar bibe, wê dewam bike. Heta ku gel bibe desthilatdar wê ev meş dewam bike."

Demîrtaş bal kişand ser beyannameya hilbijartinê ya HDP'ê û destnîşan kir ku li welatekî ewçend bêhêvîtî, bêçaretî, tirs û guman heye de, beyannameya wan a hilbijartinê ku hêvî û ronahiyek nîşan da, li Derya Reş jî, li Trakyayê jî, li Derya Spî jî rê li ber heman coşê vekiriye. 

Demîrtaş got, "Partiyeke rasteqîn a gel ber bi desthilatdariyê ve dimeşe" û diyar kir ku ne gelên Tirkiyeyê, desthilatdarî ji vê ditirse. Demîrtaş axaftina xwe wiha dewam kir: "Çima Tirkiye ji HDP'ê bitirse? Bila ji yên bi jimartina dolarên li mala xwe makîneya jimartina pereyan dirizîne, bitirse. Ji wan bitirse, wê rast be. Bila ji yên ku li Roboskî 34 can parçe parçe kir re spasiyên xwe pêşkêş kir, bitirse. Ji yên di berxwedana Gezî de ewladên me qetil kirin, bitirse. Ji ber ku di desthilatdariya HDP'ê de rê ji van re nîne."

Demîrtaş piştî axaftina xwe Qendîla Regaîp a welatiyan pîroz kir û got, "Bila duayên we ji bo berxwedêran, ji bo yên li Kobanê li ber xwe didin, ji bo yên li Şengalê li ber xwe didin be."

LI GELEK BAJARÊN KURDISTAN Û TIRKIYEYÊ VEKIRINA BUROYAN Û SERDANA GEL

Di vê navberê de, rêxistina HDP'ê ya navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê, di çarçoveya xebatên xwe yên hilbijartinê de li Taxa Înonu buroya hilbijartinê bi beşdariyeke girseyî vekir.

Namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê yên Îzmîrê Bayram Ercan, Melîke Ari, Ayşe Erkek û Pinar Aydinlar, li Parka Astengdaran a Narlidere Încîraltiyê, beşdarî pîknîka piştevaniya 1'ê Gulanê ya ji aliyê endamên Ciwanên Demokrasiya Nû ve hat organîzekirin, bûn.

Li Rihayê, namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê Osman baydemîr, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Bêrecûkê bû.

Namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê yê Îdirê M. Emîn Adiyaman, li gundên Alakizil ên Jêrîn û Jorîn, Karahaci û Kolîkent ên navçeya Başanê, malbatên zarokên wan di nava refên PKK'ê de jiyana xwe ji dest dane û malbatên girtiyan ziyaret kir.

Xebatên hilbijartinê yên namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê yên Bedlîsê jî bê navber dewam dikin. Namzet parêzer Mizgîn Irgat bajarokê Serêgolê û gundên wê yên navçeya Payîzavayê ziyaret kir.

Merasîma vekirina buroya hilbijartinê ya taxa Zapê ya navçeya Şirnex Silopiyê jî veguherî mîtîngê.

Li navçeya Amed Farqînê jî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li taxên Malabadî û Sêdeqnê çalakî hatin lidarxistin. û namzetên HDP'ê gundên Sulemana, Kupiya, Bubekîr û Încuwa yên Exîlê ziyaret kirin.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî bi namzetên HDP'ê yên Edeneyê re karkerên çandiniyê yên ji ber şewitandina gundan neçar man koçî Edeneyê bikin, li ser zeviyan ziyaret kir.

Namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê yên Antalyayê jî komeleyên herêman ên li bajêr ziyaret kirin.

Namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê yên Mersînê Çîlem Oz, Ozlem Şen, Nûrsel Demîr, Mehmet Taşçi, Alî Tanriverdî, Mahmût Karabûlût, tevlî xebatên hilbijartinê yên Komeleya Elewiyan a Demokratîk a Mersînê bûn.