Namzeta HDP'ê ya Çerkes: Piştî berxwedana Kobanê tevlî siyaseta aktîf bûm
Namzeta parlamenteriyê ya HDP'ê ya Herêma 2. a Îzmîrê Ulku Yalçinkaya ya Çerkes diyar kir ku haya wê bi derengî ji polîtîkayên li dijî Kurdan çêbûye û piştî bûye xwedî agahî, Tevgera Azadiyê ya Kurd ji nêz ve şopandiye.
ÛMÛT AKPINAR / ANF
ÎZMÎR
çarşem, 22 avrêlê 2015, 12:15
Namzeta parlamenteriyê ya HDP'ê ya Herêma 2. a Îzmîrê Ulku Yalçinkaya ya Çerkes diyar kir ku haya wê bi derengî ji polîtîkayên li dijî Kurdan çêbûye û piştî bûye xwedî agahî, Tevgera Azadiyê ya Kurd ji nêz ve şopandiye. Yalçinkaya da xuyakirin ku piştî berxwedana Kobanê ew tevlî siyaseta aktîf bûye.
Ulku Yalçinkaya ku bi eslê xwe ji Ayancikli ya Sînopê ye, Çerkeseke ku bi xwe dibêje; "Bi qasî ziman û çanda xwe nikaribe hîn bibe, ketim bin bandora polîtîkayên asîmîlasyonê."
Yalçinkaya ku di nava HDP'ê de ji herêma 2. a Îzmîrê namzeta parlamenteriyê ye, tevî ku siyasetê ji nêz ve dişopîne jî, heta roja îro di nava siyaseta aktîf de cih negirtiye. Yalçinkaya ku HDP'ê re 'hêviya wê' zêde bû, bi berxwedana Kobanê re zend û bend ba da û tevlî siyaseta aktîf bû. Tevî ku qet li namzetiyê nefikirî jî hevalên wê pêşniyara 'bi vî rengî wê çêtir be' lê kirin û di encamê de qebûl kir ku ji HDP'ê bibe namzet.
Yalçinkaya ku nasnameya xwe bi gotina 'însan, jin û Çerkes' pênase dike, ji me re pêvajoya namzetiya xwe vegot.
'GIRÎNGIYA TEVGERA AZADIYÊ YA KURD A DI JIYANA MIN DE MEZIN E'
Yalçinkaya da xuyakirin ku wê beriya niha cihê xwe di nava siyaseta aktîf de negirtiye, lê belê şopandiye.
Yalçinkaya bal kişand ser girîngiya Tevgera Azadiyê ya Kurd a di jiyana xwe de û got, "Eleqeya min a ji Tevgera Azadiyê ya Kurd re pêwendiya xwe bi Çerkesbûyîna min heye. Berevajî nêrîna mirovan, Çerkesbûyîna min ji aliyê fêmkirina Tevgera Azadiyê ya Kurd ve bandoreke erênî nekir, bandoreke neyînî kir. Ji ber ku weke gelekî li polîtîkayên asîmîlasyonê rast hatiye, mirov naxwaze li dijî sîstemê derkeve. Lê belê ji ber baweriya min a li mafê gelan a diyarkirina çarenûsa xwe, Tevgera Azadiyê ya Kurd bala min kişand."
SPASDARA MALBATA XWE YE KU HIŞMENDIYA ÇERKESIYÊ DAYE WÊ
Yalçinkaya diyar kir ku bi zimanê xwe yê dayikê bi zaravayê Şapsig ê Çerkesî nizane û anî ziman ku tevî dûrî çand û zimanê xwe ye jî, ew spasdara malbata xwe ye ku 'hişmendiya Çerkesiyê' daye wê.
KOMKUJIYA HELEPÇEYÊ BÛ SEDEM KU BI XWE RE RÛ BI RÛ BIBE
Yalçinkaya da xuyakirin ku ji ber derdoreke sosyalîst ew bûye xwedî hevalên ji derdorên cihêreng û got, "Li cihê ez lê mezin bûm hevalên min ên Tirk, Laz, Kurd an jî Çerkes hebûn. Lê belê bi derengî haya min ji zexta li Kurdan tê kirin, çêbû. Bi rûbirûbûnê re min xwe bêhtir nêzî Tevgera Kurd dît; di destpêka salên 90'î de li Enqereyê HEP an jî DEP, baş nayê bîra min lê belê dema ji bo destekkirinê em çûn avahiya bajêr, der heqê Komkujiya Helepçeyê de pêşandanek hat kirin. Li wê derê ez yekem car bi polîtîkayên Kurdan hedef digirin, hesiyam. Bi vî rengî bi xwe er rû bi rû bûm. Min fêm kir ku divê bêhtir ji nêz ve Tevgera Azadiyê ya Kurd bişopînim."
'ÇI WERZÎFE BIKEVE SER MILÊ MIN EZ Ê BICIH BÎNIM'
Yalçinkaya diyar kir ku di demên piştre jî wê ji derve ve siyaset şopandiye û destnîşan kir ku asta damezrandinê ya HDP'ê ji bo wê bû 'hêviya mezin' û axaftina xwe wiha dewam kir:
"Her çend ji demokrasiya li Tirkiyeyê bawer nakim jî, ji dema avabûna HDP'ê û vir ve wê ji nêz ve dişopînim. Yekemcar gihîştim wê baweriyê ku partiyek dikarim bi temamî xwe tê de hîs bikim, ava bûye. Gelekî bi hêvî bûm. Ji ber vê ez baweriya min pê heye ku divê hemû derdor, yên li derve mane li meclîsê werin temsîlkirin. Bi dîtina min, ji bo çareseriya pirsgirêkan divê yên din hemû li meclîsê werin temsîlkirin. Yekane partiya vê pêk bîne jî HDP ye... Di mehên havînê de li Kûşadasi heta ji destê min hat min hewl da destekê bidim HDP'ê. Bi taybetî di hilbijartinên herêmî de ji bo HDP'ê xebitîm. Di hilbijartinên Serokkomariyê de jî ji bo HDP'ê xebitînim. Piştî bûyerên Kobanê gelekî hejiyam. Qetilkirina bi hezaran mirovan û piştre jî sûcdarkirina yên hatine qetilkirin, bandoreke giran li min kir. Li Îzmîrê hevalê me Ekrem Kaçaroglû hat qetilkirin. Di wê demê de min biryara xwe da ku bi awayekî aktîf ji her alî ve ji bo HDP'ê bixebitim. Ji bo di dema pêş de aştî têkûz bibe, min biryar da ya ji destê min tê bikim. Ji xwe hevalên min digotin divê bi awayekî aktîf di nava HDP'ê de bixebitim. Min jî, ji bo bicihanîna wezîfeya dikeve ser milê xwe, got, 'Pêwîstî bi çi hebe, ez ê bikim.'"
'GAV BI GAV EM BER BI FAŞÎZMÊ VE DIÇIN'
Namzeta parlamenteriyê ya HDP'ê Yalçinkaya got, "Dema namzetî hat rojevê, hevalên min gihiştin wê baweriyê ku hem ji ber jin im hem jî ji ber nasnameya min a Çerkes dikarim tevkariyê bikim. Di encamê de jî niha namzet im" û destnîşan kir ku ji ber hebûna pirsgirêka bendê, divê li gelemperiya Tirkiyeyê HDP were destekkirin. Yalçinkaya got, "Her kesê xwedî hiş û wijdan, divê dengê xwe bide HDP'ê. Em gav bi gav ber bi faşîzmê ve diçin. Ev yek min bi xwe ditirsîne. Gava şênber a pêşîgirtina li vê, destekkirina HDP'ê ye. Îzmîrî ji bo pêşeroja zarokên xwe divê deng bidin HDP'ê. Eger em naxwazin faşîzmê bijîn, divê em HDP'ê bişînin Meclîsê."
ULKU YALÇINKAYA KÎ YE?
Di sala 1972'an de li Ayancik a Sînopê ji dayik bû. Perwerdeya xwe ya seretayî, navîn û lîseyê li Ayancikê qedand. Ji sala 1995'an û vir ve li Îzmîrê dijî. Di mehên havînê de li Kûşadasi li dikana xwe, li ser dîzayna zînetê dixebite. Hînê li Fakulteya Hîndekariya ji derve, beşa Sosyolojiyê dixwîne.