Li Danîmarkayê civîna gel a ji bo destekkirina HDP'ê

Koordînasyona HDP'ê ya Danîmarkayê bi dirûşmên "HDP hêviya gelan e, xwedî li hêviya xwe derkeve" û "Ji bo deng bide HDP'ê tu jî yekê/î îqna bike" li bajarê Horsensê civîneke gel lidar xist.

Koordînasyona HDP'ê ya Danîmarkayê bi dirûşmên "HDP hêviya gelan e, xwedî li hêviya xwe derkeve" û "Ji bo deng bide HDP'ê tu jî yekê/î îqna bike" li bajarê Horsensê civîneke gel lidar xist.

Di civîna şahiyê de parlamenterê HDP'ê Hasîp Kaplan û siyasetmedarê Kurd Adem Ûzûn, hunermend Ergîn Xelîkan, Ferhad Cîlo, Newzat Tûnç, Hanîfî û Gara, Zaynar, Sadik Acîlî, Ozgur Arslan jî amade bûn. Her wiha Koma Rojava ya Govendê jî hunera xwe pêşkêş kir.

'HER DENG GIRÎNG E'

Kaplan di civîn û şahiya bi beşdariya bi sedan kesî de axivî, bal kişand ser girîngiya hilbijartinên giştî ji bo Tirkiye, herêmê û Kurdan û got, "Her dengekî ji HDP'ê re were dayîn, ji Elewî, Kurd, hemû bawerî û çandên cuda azad bibin, ji bo 'Jiyana Nû' bikeve meriyetê, gelekî girîng e."

'BI SERKETINA HDP'Ê RE WÊ DAWÎ LI DÎKTATORIYÊ WERE'

Ûzûn jî da xuyakirin ku HDP ne tenê partiya Kurdan e ya hemû gelan e û anî ziman ku HDP dikar rewşeke her kes karibe lê bi awayekî azad bijîn, ava bike. Ûznûr diyar kir ku ew bi bawer e Elewî wê di hilbijartina pêş de biryara rast bide û destnîşan kir ku di 7'ê Hezîranê de bi serketina HDP'ê re wê dawî li dîktatoriyê were."