Di 100. Salvegera Qirkirina ku dewleta Osmaniyan di 1915’an de li hemberî civaka Ermenî pêk anî, li Newala Kadînê ya gundê Şikefta ê Êlihê bi beşdarbûna sedan arîstokratên Ermenî merasîmeke bîranînê hat lidarxistin. Ji her çar aliye cîhanê, Ermenî, Suryanî, Yahûdî, Tirk, Kurd û Asûrî beşdar bûn. Di kûrahiya gelî de stranên Kurrdî û Ermenkî hatin strîn.
Dewleta Osmanî di 1915’an de qirkirinek pêk anî û mîlyonek û nîv Ermenî qir kir. Di demên dawî de nîqaşên têkildarî qirkirina Ermeniyan de rojeva cîhanê mijûl kir. Li Newala Kadînê ya ku Waliyê Amedê Reşît Paşa di dema tehcîrê de arîstokratên Ermenî lê qetil kir de, bernameyek bîranînê pêk anîn. Ji Elmanya, Fransa, Amerîka, Japonya û gelek welatên din Ermenî, Yahûdî, Xiristiyan, Asûrî, Kurd û Tirk hatin Êlihê û beşdarî bernameyê bûn.
Li geliyê ku komkujî pêk hat dûa hatin xwendin û stranên Kurdî û Tirkî hatin strîn. Piştî bernameyê, girse çû serdana gora Lîderê Eşîra Kurd a Reşkoto, Hecî Mihemedê Mistê ku li herêma Êlihê bi hezaran Ermenî ji qirkirinê xilas kir û bû hedefa Osmaniyan. Li vir delegasyona Ermenî û neviyên lîderê Eşîra Reşkoto hatin cem hev. Hat gotin ku Reşkoto yê ku Ermenî ji komkujiyê parastiye, mînaka girêdayîna gel û biratiyê ye.
YÊN ERMENÎ PARASTIN JÎ HEDEF BÛN
Nivîskar Alî Hayar Kanli diyar kir ku Kurdên, Ermenî diparastin jî dibûn hedefa dewleta Osmanî û wiha got: “Li Qubînê lîderê eşîra Kurd Hecî Mihemedê Mistê, Ermenî parastin. Lê bû hedefa dewleta Osmanî. Waliyê Amedê Reşî Paşa, bi Teşkîlat-î Mahsusa ava kir re, xwest ku hemû Ermenî, Suryanî, Keldanî û Êzidî bên beralîkirin û hemû herêmê bikin Misilman. Ji ber vê hemû yên ji ser Amedê hatin tehcîrkirin hemû hatin qetilkirin.”
KESÊ SEREKE DR. REŞÎ PAŞA
Kanli bi lêv kir ku li Amedê yekem car, arîstokratên Ermenî hatin qetilkirin û behsa komkujiya Ermeniyên ku Dr. Reşî Paşa ew tehcir dikir û di rê de hatin qetilkirinê, kir û got: “Dr. Reşî Paşa yê ku wek Waliyê Amedê hat tayînkirin, bi çeteye Çerkez ê 30-50 kesî re tê. Dr. Reşî Paşa yek ji damezrînerî Teşkîlat-î Mahsusa ye. Bi projeya Îslamkiririna hemû herêmê hemû Ermenî, Suryanî, Keldanî û Êzidî beralî kirin û ji ser Amedê tehcir kirin. Koma yekem a hat tehcîrkirin 200 kes bûn. Vê komê ji ser çemê Dîcle li kelekan tên siwarkirin û dibêjin wê ji ser Mûsilê bişînin Halebê. Vê komê piştre teslîmî Tabûra 11. ya bi navê ‘tabura kasap’ dikin. Ev tabur 5 km. nêzî Heskîfê kemînê datîne. Ev kom li Newala Kadin a gundê Şikefta tê tehcîrkirin. Li ser Ermeniyan 6 hezar pereyê Osmaniyan tê dîtin. Dest û lingên wan tên girêdan. Ev kom ji aliyê hinek Kurdên ku li herêmê sûcê giran kirine ve tên qetilkirin.”
NIVÎSKAR GOBÎLAS NE AXIVÎ Û NE JÎ NIVÎSÎ
Kanli got ku ji Newala Kadînê tene çend Ermenî xilas dibin û lê di tevayî jiyana xwe de naxivin û li herêma ku komkujî jiya arîstokratên Ermenî hebûn û got: “Li Amedê nêzî 600 hezar kesî wisa hatin qetikirin. Lê li Newala Kadînê 700 kes tên qetikirin. Ev elîtên civaka Ermenî bûn. Ev doktor, nivîskar, zanistên wan bûn. Li hemû herêmê ev pêkanîn mijara gotinê bû. Nivîskar Gobîlas ku yek ji van bû, sax rizgar bû. Lê Gobîlas ti car neaxivî. Ji ber ji jiyanê xeyidîbû.”
...