MADE: Divê dewleta Tirk lêborînê bixwaze
MADE, têkildarî 100. salvegera Qirkirina 1915’an a Suryaniyan daxuyaniyek da û got: “Em hikûmetên zîhniyeta qirkirinê anîn roja me ya îro, nûnerê herî dawî ya van, hikûmeta AKP’ê şermezar dikin.”
MADE, têkildarî 100. salvegera Qirkirina 1915’an a Suryaniyan daxuyaniyek da û got: “Em hikûmetên zîhniyeta qirkirinê anîn roja me ya îro, nûnerê herî dawî ya van, hikûmeta AKP’ê şermezar dikin.”
Meclîsa Aştî û Demokrasiyê ya Ewropayê (MADE) têkildarî 100. salvegera Qirkirina Suryaniyan daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin; "Em hikûmetên zîhniyeta qirkirinê anîn roja me ya îro, nûnerê herî dawî ya van, hikûmeta AKP’ê şermezar dikin.” Her wiha hat xwestin ku lêborîn bê xwestin û malên wan bên radestkirin.
Hat gotin ku ew di 100. sala Qirkirinê-Seyfo ya 1915’an ya gelên Ermenî, Asûrî-Suryanî-Keldanî jiyaye, şermezar dikin û şehîdên Seyfo bibîr tînin.
EM NÛNERÊN DAWÎ AKP ŞERMEZAR DIKIN
Daxuyanî wiha berdewam kir: “Em Împaratoriya Osmaniyan ku navê xwe li dîroka mirovahiyê bi qirkirin û komkujiyan nivîsî, berdewamê wê Cemiyeta Îttîhat û Teraqî û hikûmetên ku ev zîhniyet anî roja me, nûnerê dawî AKP’ê şermezar dikin.
Gelên Asûrî-Suryanî-Keldanî, Ermenî, Pontus, Kurd, Çerkez, Laz, Ereb, Mihalmî û Tirk, bi baweriyên xwe yên Xiristiyan, Elewî, Êzidî, Yahûdî û Îslamî ku dewlemendiya erdnîgariyên Mezopotamya-Kurdistan û Anatolyayê bûn, bi sed salan bi hev re jiyane, di her qada jiyanê de nirx dane mirovahiyê û şopên girîng hiştiye. Lê ev gel di tevahiya dîrokê de rastî zilm, komkujî û qirkirinên serdestan hatine.
Împaratoriya Osmaniyan û Teraqî Îttîhat ji bo berjewendiyên xwe yên neteweyî di 1915’an de li ser gelê Asûrî-Suryanî-Keldanî, Ermenî û Pontos qirkirin pêk anîn.
DEWLETA TIRK BÊ NAVBER QIRKIRIN BERDEWAM KIR
Hinek hêzên emperyalîst, ji bo berjewendiyên xwe piştgirî dane Seyfo-Qirkirinê, hinek bûne temaşevanên vê trajediyê. Desthilatdariya Îttîhat û Teraqiyê, bawerî ji bo berjewendiyên xwe yên polîtîk, bikar anîne û eşîrên baweriya Îslamê di bin navê Alayên Hamidiye de rêxistin kirin û di qirkirinê de peywirdar kirine. Yê ji vê berpirs, rêveberiya siyasî, hinek şêx, xoce û hinek eşîrên hevkar in. Bi salan di navbera gelan de nakokî ava kirine û gel anîne hemberî hev. Dewleta Tirk a polîtîkayên qirkirinê yên ji Osmaniyan girtin, li Koçgirî, Zîlan, Dêrsîm, Mereş, Çorum, Sêwas û Roboskî berdewam kiriye. Piştgiriyê dide DAIŞ’ê û li Nînova, Şengal, Kobanê û Xabûrê jî komkujiyên xwe berdewam kiriye.
Mezopotamya, Ermenîstan û Pontus ev gelên ku bi sed salane dijîn, bi hovîtiyek mezin tasfiye kirine, malê wan hatine desteserkirin, warên wan ên pîroz hatine texrîbkirin.Jin hatine revandin û bi zorê kirine Misilman.”
Di dawiya daxuyaniyê de bang li hikûmeta Tirk hat kirin ku bi dîroka xwe re rû bi rû were, ji gelan lêborîn bê xwestin û daxwaz kir ku malên wan yên hatiye xespkirin bê dayîn û pirtûkên dîroka hatiye wêrankirin bê radestkirin.