Tevî rewşa awarte jî şehîdên Gezî tên bîranîn

Di salvegera berxwedana Gezî de, tevî ku AKP'ê li Taksîmê rewşa awarte îlan kiriye jî, bi sedan kes ber bi Parka Gezî ve dimeşin.

Tirsa hikûmeta AKP'ê, di salvgera berxwedana Gezî de jî dewam dike. AKP'ê li Taksîm û derdora wê rewşa awarte îlan kir.

Li Taksîm, Parka Gezî û derdora wê bi hezaran polîs û TOMA hatin bicihkirin. Parka Gezî di destpêkê de hat dorpêçkirin, dûre li gel hat qedexekirin. Li nava parkê jî bi sedan polîs hatin bicihkirin.

Her wiha Metroya Taksîmê hat girtin û mafê çûn û hatinê yê gel ji holê hat rakirin.

Malbatên Şehîdan li TMMOB'ê civiyan. Lê belê kolan Meşelîk a avahiya TMMOB'ê lê ye, ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin.

Tevî dorpêçiyê jî bi sedan kes li ber avahiya HDK'ê civiyan û ber bi Meydanê ve meşiyan. Di meşê de tevî pankarta bi nivîsa 'Em li her derê ne', wêneyên şehîdên Gezî û pankartên HDP'ê hatin hilgirtin. Dİ meşê de malbatên şehîdên Gezî amade ne. Namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê, Seroka Giştî ya ESP'ê Sûltan Ûlûsoy û Hevserokê Giştî yê ODP'ê Alper Taş jî beşdarî meşê bûn.

Di meşê de bê navber dirûşmên "Her der Taksîm, her der berxwedan", "Ev hînê destpêk e, têkoşîn dewam dike" tên qîrîn.

Polîsan pêşî li girseyê girtin û li ser vê yekê girseya gel çalakiya rûniştinê pêk anîn.