Patrîkê Suryanî: Qirkirina 1915'an di roja îro de jî dewam dike

Patrîkê Tevahiya Rojhilat û Lîderê Giştî yê Runahî yê Dêra Suryanî Ortodoks Moran Mor Ignatîûs II. Efrem Kerîm da xuyakirin ku qirkirina li Suryaniyan hat kirin, di roja îro de li Iraq û Sûriyeyê jî dewam dike.

Patrîkê Tevahiya Rojhilat û Lîderê Giştî yê Runahî yê Dêra Suryanî Ortodoks Moran Mor Ignatîûs II. Efrem Kerîm li konferanseke li Parlamenta Swêdê peyivî û diyar kir ku di sala 1915'an de Suryanî ne tenê ji ber olê xwe yê Xiristiyaniyê, ji ber ziman, çand û kevneşopiya xwe ya weke gelekî cuda, hatiye qirkirin. Kerîm destnîşan kir ku qirkirina hingî hat kirin, di roja îro de jî li Sûriye û Iraqê dewam dike.

Partiya Karker a Sosyal Demokrat a Swêdê kuk hevparê mezin ê hikûmetê ye û Partiya Demokrat a Xiristiyanan a li mûxalefetê, bi mijara "Li Rojhilata Navîn rewşa Xiristiyanan û pêşeroja wan" lidar xist.

Axaftina vekirinê ya konferansê ji aliyê Parlamenterê Partiya Demokratên Xiristiyan Robert Halef ve hat kirin. Halef diyar kir ku di şerê li Iraq û Sûriyeyê de gelê herî zêde zerar dîtiye Suryanî û Xiristiyanên bêparastin in û anî ziman ku ji ber êrîşan bi sed hezaran Suryanî û Xiristiyan rastî dstavêtin, komkujiyê hatin û neçar man xaka xwe biterikînin.

Halef bal kişand ser girîngiya ewlekariya jiyanê ya gelê Xiristiyan û bang li Yekîtiya Ewropayê kir ku bi berpirsyariyên xwe rabe.

Patrîk Efrem ê II. jî di destpêka axaftina xwe de spartiyên xwe pêşkêşî Parlamenta Swêdê kir, ku di sala 2010'an de biryara naskirina qirkirinê wergirt û anî ziman ku li gelemperiya cîhanê welatê destpêkê Qirkirina Seyfo qebûl kir Swêd e û piştî Swêdê welatên din qebûl kirine.

SURYANÎ BI SEYFO YA DUYEMÎN RE RÛ BI RÛ NE

Patrîk Efrem ê II. diyar kir ku polîtîkayên Tirkiyeyê yên înkarkirinê li pêşiya pêçandina birînan asteng e û da xuyakirin ku piştî sed salî di roja îro de Suryanî bi Seyfoyeke duyemîn re rû bi rû ne. Patrîk Efrem bal kişand ser komkujiyên çeteyên DAIŞ'ê û komên din ên cîhanî li Asûrî-Suryaniyan dikin û anî ziman ku van çeteyan alimên olî qetil kirine.

Patrîk Efrem Kerîm ê II. diyar kir ku di sala 1915'an de Suryanî ne tenê ji ber olê xwe yê Xiristiyaniyê, ji ber ziman, çand û kevneşopiya xwe ya weke gelekî cuda, hatiye qirkirin

Patrîk da zanîn ku di nava 4 salên dawî de li Sûriyeyê hemû gelan êşên mezin kişandine, gelê Xiristiyan jî neçar maye xaka xwe biterikîne û koçî welatên din bike.

Patrîk Efrem da xuyakirin ku artêşa Iraqê û pêşmergeyan li hemberî çeteyên DAIŞ'ê DAIŞ'ê nesekinîne, gelên herêmê terikandine û ragihand ku aşkera bûye hêza artêşa Iraqê nîne gelê Suryanî biparêze, lewma divê herêmeke ewle ji bo Suryanî û gelê Xiristiyan were avakirin.

WÊ TEVLÎ MERASÎMA VEKIRINA PEYKERÊ BÎRDARIYÊ BIBE

Patrîk Efrem ê II. ku ji 23'ê Gulanê û vir ve li Swêdê ye li aliyekî tevlî ayînên li dêran dibin, li aliyê din jî bi Suryaniyan û rayedarên Swêdî re hevdîtinan dike.

Patrîk Efrem bi rêveberên şaredariya Sodertalje ku bi qasî 30 hezar Suryanî lê ne hevdîtin kir û bi Serokwezîrê Swêdê Stefan Lovfen û Wezîra Karên Derve Margot Wallstrom re rûnişt.

Patrîk Efrem wê beşdarî merasîma vekirina peykerê bîranînê yê li bajarê Orebro bibe.

...