Du kes hatin girtin

Welatiyên bi navê Bulent Sariçakmak û Hayat Akyildiz ên ku ji Dêrsîmê ber bi Gumuşhaneyê ve derketin rê bi îdîaya "alîkariya rêxistinê kirin" hatin girtin.

Welatiyên bi navê Bulent Sariçakmak û Hayat Akyildiz ên ku ji Dêrsîmê ber bi Gumuşhaneyê ve derketin rê bi îdîaya "alîkariya rêxistinê kirin" hatin girtin.

Welatiyên bi navê Bulent Sariçakmak û Hayat Akyildiz ên ku serê sibê ji Dêrsîmê ber bi Gumuşhaneyê ve derketin rê wesayîta wan li Gumuşhaneyê ji aliyê welatiyan ve hate rawestandin. Her du welatî bi hinceta derbarê wan de îxbar heye hatin binçavkirin. Sariçakmak û Akyildiz piştî îfadeyên li Midûriyeta Polîsan sewqî dozgeriyê hatin kirin. Piştî îfadeyên dozgeriyê her du kes bi îdîaya "alîkariya rêxistinê kirin" û daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin. Piştî îfadeyên dadgehê bi heman hincetê hatin girtin.