9 FDG’î hatin girtin
Di operasyona ku li dijî endamên Federasyona Gelan a Demokratîk (FGD) hatiye meşandin ji 26 kesên hatibûn binçavkirin 9 kes hatin girtin.
Di operasyona ku li dijî endamên Federasyona Gelan a Demokratîk (FGD) hatiye meşandin ji 26 kesên hatibûn binçavkirin 9 kes hatin girtin.
Li Taxa Gazî ya Sultangaziyê sibeha 27’ê Gulanê li dijî FGD’iyan, bi hinceta ku beşdarî bîranîna Berkîn Elvan û pîrozbahiyên 1’ê Gulanê bûne bi awayekî hevdem operasyon pêk hat û 26 kesên hatin binçavkirin duh sibehê birin Edliyeya Çaglayanê.
15 FGD’î piştî îfadeyan hatin berdan û 11 kes jî bi daxwaza girtinê duh êvarê sewqî dadgehê hatin kirin.
Sînan Candan, Erdal Sonmez, Erdem Taş, Halîl Îbrahîm Şeker, Akin Odabaş, Çaglar Fakîr, Eren Sayilgan, Ozgurhan Memîş û Firat Onal bi îdîaya endamtiya rêxistinê hatin girtin û Taylan Erdogan û Kadîr Çelîk jî hatin berdan.