HDP: Berxwedana Gezî hêviya pêşerojê da me

HDP'ê di daxuyaniya xwe ya bi wesîleya salvegera Berxwedana Gezî de nerazîbûn nîşanî pêkanînên hikûmetê yên li dijî gel da û got, "Berxwedana Parka Gezî, wê rêya avakirina pêşerojeke demokratîk a hemû beşên civakê, her ronî bike."

HDP'ê di daxuyaniya xwe ya bi wesîleya salvegera Berxwedana Gezî de nerazîbûn nîşanî pêkanînên hikûmetê yên li dijî gel da û got, "Berxwedana Parka Gezî, wê rêya avakirina pêşerojeke demokratîk a hemû beşên civakê, her ronî bike."

Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi wesîleya salvegera Berxwedana Gezî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di bexwedana Gezî de 8 ciwan ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin, çavê 11 welatiyan rijiya ye û gelek mirov hatine birîndarkirin û binçavkirin.

HDP'ê diyar kir ku ji roja berxwedanê û vir ve hikûmetê ji bo rewakirina şîdeta polîsan gav avêtiye, di helwesta dewletê ya li hemberî gel de ti başbûn nebûye û bal hat kişandin ser derxistina 'Pakêta Ewlekariya Hundir'. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hikûmetê bi vê paketê re di şaştiya xwe de israr kiriye.

'DAXWAZ DEMOKRASÎ BÛ Û HÊVÎ AFIRAND'

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Berxwedana Gezî, nerazîbûnek li pêşkêşkirina mal û milkê hevpar ê gelan ji bo sermayeya alîgir bû, nerazîbûnek li hemberî têkbirina hevsengiya ekolojîk bû, nerazîbûnek li veguherîna bajarvaniya li ser bingeha rantxuriyê bû. Berxwedaan Gezî daxwazeke demokrasiyê bû, ku demokrasiya herêmî destnîşan dikir. Û bi civa û mûxalefeta pirrengî ya derxist holê re, di dîroka bajar û demokrasiya me de rûpelekî bi rûmet vekir. Bû sedem ku bi mîlyonan mirovên me bi çavekî hêvîdarî li pêşerojê binêrin."

'WÊ HER RONÎ BIKE'

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku bûyerên di dema berxwedana Gezî û piştî wê de qewimîn, temsîleke şîdeta dewletê ya li hemberî civakê ye û hat gotin, "Berxwedana Parka Gezî wê rêya avakirina pêşerojeke demokratîk a hemû beşên civakê, her ronî bike."

Hat destnîşankirin ku HDP wê mirovên di berxwedana ked, demokrasî û azadiyê yên li Gezî, Rojava, Roboskî, madenan, şantiyeyan û febrîqeyan jiyana xwe ji dest dane, nede ji bîr kirin.