Binçavkirinên li Stenbolê hatin protestokirin
Rêxistina Bajêr a Edeneyê ya CHP’ê biryara binçavkirina 47 kesan protesto kir ku 47 kes di çarçoveya lêpirsîna ‘’gendeliyê’’ ya têkildarî ÎBB’ê de hatin binçavkirin.
Rêxistina Bajêr a Edeneyê ya CHP’ê biryara binçavkirina 47 kesan protesto kir ku 47 kes di çarçoveya lêpirsîna ‘’gendeliyê’’ ya têkildarî ÎBB’ê de hatin binçavkirin.
Rêxistina Bajêr a Edeneyê ya CHP’ê têkildarî lêpirsîna li hemberî ÎBB’ê li pêşiya Şaredariya Seyhanê daxuyaniyek da. Serokê Rêxistina Bajêr ya CHP’ê Anil Tanbûroglû da zanîn ku li navnîşanên 47 CHP’yî û şaredarên wan lêgerîn hatine kirin. Tanbûroglû destnîşan kir ku ew bi mehan e bi operasyoneke ku bi şahidên veşartî û delîlên neberbiçav tê birêvebeirin re rû bi rû ne û got: ‘’Wê tu operasyon nikaribin şaredarvaniya civakî ya di dilê gel de têk bibe. Em ê li hemberî hewldanên derbeyê serê xwe netewînin.’’
Şaredarê Şaredadariya Bajarê Mezin a Edeneyê Zeydan Karalar jî got: ‘’Pêla duyemîn, pêla sêyemîn, pêla çaremîn û pêla pêncemîn. Ev li hemberî CHP’ya ku li nêzî desthilatdariyê dibe, operasyonên siyasî ne. Divê em ji hemû gavan zêdetir piştevaniya hev bikin.’’