Ji heyeta Îmralyê ji bo FARC û gelê Kolombiyayê peyama sersaxiyê
Heyeta Îmraliyê ji bo 26 gerîlayên di encama êrîşa bombeyî jiyana xwe ji dest dane û muzakerevan Jaîro Martînez, peyama sersaxiyê weşand.
Heyeta Îmraliyê ji bo 26 gerîlayên di encama êrîşa bombeyî jiyana xwe ji dest dane û muzakerevan Jaîro Martînez, peyama sersaxiyê weşand.
Heyeta Îmraliyê ji bo 26 gerîlayên di encama êrîşa bombeyî jiyana xwe ji dest daye û muzakerevan Jaîro Martînez, peyama sersaxiyê weşand.
Heyeta Aştî û Muzakereyê ya Îmraliyê bi munasebeta êrîşa bombeyî ya li herêma Cauca pêk hatiye, ji FARC û gelê şoreşger yê Kolombiyayê re sersaxî xwest.
‘DIVÊ BERPIRSÊN KOMKUJIYÊ DI DADGEHÊ ADÎLANE DE BÊN DARIZANDIN’
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di 21’ê Gulana 2015’an de, di pêvajoyeke ku di navbrea FARC û hikûmeta Kolombiyayê de muzakereyên aştiyê didomin de, li herêma Cauca êrîşeke bombeyî pêk hatiye û di encamê de muzakerevan Jaîro Martînez bi 26 gerîlayên hevrêyên xwe re jiyana xwe ji dest daye. Me ev agahî bi xemginiyek mezin bihist. Em êşa FARC û gelê şoreşger yê Kolombiyayê bi kûrahî hîs dikin.”
Hat diyar kirin ku pêvajoyê muzakereyê di bin berpirsiyariya wekhev a aliyan de ye û wiha hat berdewam kirin: Di alî berpirsyariya polîtîk û exlaqî de, çarçoveyeke hem di alî neteweyî û hem jî navneteweyî dihundirîne. Hikûmeta Kolombiyayê wek aliyekî vê muzakereyê divê berpirsên komkujiyê di demek kurt de derxîne pêşberî dadgehên adîlane.”
QEDERA KOLOMBIYA Û TIRKIYEYÊ NE ŞER E
Heyetê di berdewamiyê de da xuyakirin ku li welatên me avakirina aştiyeke bi rumet, hewcedariya girêdayîna birînana hevrê Martîez e û got: “Emê îdealên jiyana hevbeş û aştiyê ya gelên xwe, li gorî bîranîna hevrêyên xwe bilind bikin.
Em heyeteke ku li welatê xwe ji bo aştiyê muzakereyan dimeşînin, careke din îfade dikin ku ji bo pêvajoyên aştiyê yên hemû cîhanê bê pevçûn bidome, edelet û rumeta mirovahiyê bê parastin wê heta dawiyê têkoşîna xwe bimeşînin. Em li hemberî hemû hevrêyên xwe yên ku di têkoşîna aştiyê de jiyana xwe ji dest dane, bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.”
Heyetê daxuyaniya xwe diyar kir ku wek gotina ‘Jacobo Arenas’ ku gotibû ‘Qedera Kolombiyayê dikare ne şer be’, ya Tirkiyeyê jî dikare ne şer be.