Ji KNK’ê ji bo Mele Abdullah Aydar peyama sersaxiyê

KNK’ê ji bo wefata bavê endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar, Mele Abdullah Aydar peyama sersaxiyê weşand. KNK’ê ji bo gelê Kurd û malbata Aydar sersaxî xwest.

KNK’ê ji bo wefata bavê endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar, Mele Abdullah Aydar peyama sersaxiyê weşand. KNK’ê ji bo gelê Kurd û malbata Aydar sersaxî xwest.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK)’ê ji bo wefata wefata bavê endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar Mele Abdullah Aydar peyama sersaxiyê weşand û got: “Bi xem û êşên giran, me xebera wefata bavê we yê rehmetî  Mele Abdullah Aydar bihîst. Ji dil û can em xembar bûn.”

Daxuyanî wiha dewam kir:

“Em bi navê hevalên hevserok û endamên konseya rêvebir û tevayî endamên KNK ê, sersaxî û behîdariyê li we û malbata we ya rêzdar dikin û dibêjîn rehmet li giyanê wî bin û Xwedayê dilovan cihê wî bike bihuşt. Û em hêvîdarin ku ev xem û kosta han dawiya êş û nexweşî ya we û malbata we ya rêzdar bin, sebr û aramî û serfirazî jî behra we bin.

Dubare serê we û malbat û gelê Kurd sax be.”