Karneya komkujiyê ya 12 salan a AKP'ê

Êrîşên li diljî HDP'ê careke din raxist pêş çavan ku AKP ji bo parastina desthilatdariya xwe, xwe ji mirina gelan xwedî dike.

Êrîşên li diljî HDP'ê careke din raxist pêş çavan ku AKP ji bo parastina desthilatdariya xwe, xwe ji mirina gelan xwedî dike. Di dema hikûmeta 12 salan a Erdogan û ekîba wî de, ku bi gotina demokrasiya pêşketî hatibûn ser desthilatdariyê, di kuştinên kiryar nediyar, kuştinên bêdaraz, binçavkirin, girtîgeh û cînayetên kar de 17 hezar 153 kes hatin qetilkirin.

Dema li Raporên Mafên Mirovan ên ji sala 2002'an heta roja îro were temaşekirin, wê bê dîtin ku desthilatdariya AKP'ê ji bilî mirin û komkujiyan tiştek nedaye gelan. Raporên Komeleya Mafên Mirovan, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê û Saziya Ewlekariya Civakî û Xebatê yên navbera 2002-2014'an, 12 salên bi mirinan tijî, radixin pêş çavan.

Di dema hikûmeta AKP'ê ya navbera salên 2002-2014'an de, li gorî raporên van saziyan 17 hezar 153 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Di raporan de tê destnîşankirin ku mirinên di dema desthilatdariya AKP'ê de roj bi roj zêde bûne û bi taybetî jî ji sala 2005'an û vir ve li erdnîgariya Kurdistanê mirin û komkujî her zêde bûne.

Li gorî raporên saziyên mafên mirovan, bi tenê li 4 qadên jiyanê, hejmara mirovên jiyana xwe ji dest dane bi vî rengî ye:

2002
Kuştinên kiryar nediyar: 75
Kuştinên bêdaraz (Ji aliyê polîs, jenderme, cerdevanan ve): 40
Kuştinên li binê çavan û girtîgehan: 35
Mirinên cînayetên kar: 872

2003
Kuştinên kiryar nediyar: 50
Kuştinên bêdaraz (Ji aliyê polîs, jenderme, cerdevanan ve): 44
Kuştinên li binê çavan û girtîgehan: 22
Mirinên cînayetên kar: 810

2004
Kuştinên kiryar nediyar: 47
Kuştinên bêdaraz (Ji aliyê polîs, jenderme, cerdevanan ve): 47
Kuştinên li binê çavan û girtîgehan: 37
Mirinên cînayetên kar: 841

2005
Kuştinên kiryar nediyar: 4
Kuştinên bêdaraz (Ji aliyê polîs, jenderme, cerdevanan ve): 61
Kuştinên li binê çavan û girtîgehan: 16
Mirinên cînayetên kar: 1072

2006
Kuştinên kiryar nediyar: 20
Kuştinên bêdaraz (Ji aliyê polîs, jenderme, cerdevanan ve): 49
Kuştinên li binê çavan û girtîgehan: 11
Mirinên cînayetên kar: 1592

2007
Kuştinên kiryar nediyar: 42
Kuştinên bêdaraz (Ji aliyê polîs, jenderme, cerdevanan ve): 34
Kuştinên li binê çavan û girtîgehan: 10
Mirinên cînayetên kar: 1043

2008
Kuştinên kiryar nediyar: 29
Kuştinên bêdaraz (Ji aliyê polîs, jenderme, cerdevanan ve): 35
Kuştinên li binê çavan û girtîgehan: 45
Mirinên cînayetên kar: 865

2009
Kuştinên kiryar nediyar: 18
Kuştinên bêdaraz (Ji aliyê polîs, jenderme, cerdevanan ve): 61
Kuştinên li binê çavan û girtîgehan: 42
Mirinên cînayetên kar: 1171

2010
Kuştinên kiryar nediyar: 22
Kuştinên bêdaraz (Ji aliyê polîs, jenderme, cerdevanan ve): 43
Kuştinên li binê çavan û girtîgehan: 41
Mirinên cînayetên kar: 1444

2011
Kuştinên kiryar nediyar: 46
Kuştinên bêdaraz (Ji aliyê polîs, jenderme, cerdevanan ve): 76
Kuştinên li binê çavan û girtîgehan: 41
Mirinên cînayetên kar: 1700

2012
Kuştinên kiryar nediyar: 27
Kuştinên bêdaraz (Ji aliyê polîs, jenderme, cerdevanan ve): 47
Kuştinên li binê çavan û girtîgehan: 83
Mirinên cînayetên kar: 744

2013
Kuştinên kiryar nediyar: 18
Kuştinên bêdaraz (Ji aliyê polîs, jenderme, cerdevanan ve): 44
Kuştinên li binê çavan û girtîgehan: 33
Mirinên cînayetên kar: 1545

2014
Kuştinên kiryar nediyar: 20
Kuştinên bêdaraz (Ji aliyê polîs, jenderme, cerdevanan ve): 103
Kuştinên li binê çavan û girtîgehan: 50
Mirinên cînayetên kar: 1886