Demîrtaş: Neyên lîstikan sebr bikin

Demîrtaş di mîtînga Stenbolê ya partiya xwe de got: “Destûrê nedin rageşiyên li ser sindoqan. Armanca me deng dayîn e. Dibe ku bixwazin hilbijartinan bidin betalkirin. Neyên van lîstîkan. Sebir bikin."

Demîrtaş ji mîlyonên sibê ji bo deng bikar bînin re jî wiha bang kir: “Ji hilbijêrên 81 bajaran re hişyariya min ev e. Destûrê nedin rageşiyên li ser sindoqan. Armanca me deng dayîn e. Dibe ku bixwazin hilbijartinan bidin betalkirin. Neyên van lîstîkan. Sebir bin. Em ê sebir bikin da ku em xilas bin. Ji bo aştî û azadiyê HDP’ê mor bikin û bavêjin sindoqan. Mora sibê didin destê we wê rêya rizgariya me veke.”

Hevserokê Giştî yê HDP'ê û Namzetê Stenbolê Selahattîn Demîrtaş tevlî mîtînga HDP'a Sancaktepeyê ya li ser Cadeya Demokrasiyê pêk hat bû. Namzetên HDP'ê û bi hezaran welatî tevlî mîtîngê bûn. Welatiyan bi berzkirina dirûşman hêrsa xwe ya li hemberî êrîşa bombeyî ya li hemberî mîtînga Amedê pêk hatibû anîn ziman. Welatiyan bênavber dirûşmên "Kujer Erdogan" û "Em HDP, em ê têkevin meclîsê" berz kirin.

Hevserokên HDP'ê yê Stenbolê Cesîm Soylu û Ayşe Erdem gel silav kirin û dawiyê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş bi lîrandin û lêdana çepikan ket qada mîtîngê. Demîrtaş diyar kir ku heta niha bi kedeke mezin xebatên hilbijartinê meşandine û got ku îro roja dawî ya vê xebatê ye û wiha axivî: "Ev rewşa dawetê ku we afirandiye wê sibe êvarî bi serkeftinê bi encam bibe. Ji ber ku we ev yek heq kiriye. Hemû bindest li şûna giriyê we ken heq kiriye û ev mafê we ye. Em ê sibe êvarî bi destê hev bigirin û di nava wekheviyê de bi hev re biçin meclîsê. Em wekî gel ji govendê re amade ne?" Demîrtaş êdî hewceyiya Tirkiyeyê bi ampûlê tine ye û wiha pê de çû: "Her tariyek ronahiya wê heye û her şevek sibeha wê heye. Em ê ji rojên tarî derkevin û sibe bi berbanga re hemû Tirkiyeyê ronî bikin. Sibe ti hewceyiya Tirkiyeyê bi ampûlê  namîne."

‘ÊRÎŞEKE NEMERD’

Demîrtaş bal kişand li ser êrîşa duh li Amedê pêk hat û wiha got: “Gelê me bi êrîşekî rezîl rû bi rû ma. Ji vê qadê careke din ez sekna gelê Amedê ya bi wêrek û qehremanî silav dikim. Em ji bo gelê Amedê silavên xwe dişînin. Ez ji bo malbatên hevalên me yên ku jiyana xwe ji dest dane sersaxiyê dixwazim. Hê jî 350 hevalên me yên birîndar hene, 30 hevalên me bi giranî birîndar in. Înşaalah hevalên me wê serketina me ya sibê êvarê bibînin. Demîrtaş bi hevokên strana Ahmet Kaya a “Strana Diyarbekirê” ve axaftina xwe domand û wiha berdewam kir: “Yên ku dixwazin îradeya gel teslîm bigirin li wir îradeyeke ji pola dîtin. Gel ji bo ku li wir bi îzdihamê bê eciqandin xwestin bînin provokasyonê. Li qadeke wisa bi sed hezaran kes kom bûbû, hemû kes wekî ku hatine dawet û cajnê qada Amedê tijî kiribûn. Qad wekî qada şahiyê bû. Dema ku ez ê derketibama ser dikê û min ê axaftina xwe bikira du bombe dan teqandin. Ev nemerdiyekî mezin e.” Demîrtaş destnîşan kir ku dema ku birîndar ji qadê dihatin derxistin vê carê jî polîsan bi bombeyên gazê êrîşî gel kirin û ev tişt anî ziman: “Me li aliyekî hewl dida hevalên xwe yên mil û lingên wan jê bûye ji qadê derxînin li aliyê din jî polîs bombeyên gazê davêjin. Yên ku gel qadê bi awayeke ewle derxînin berpirsyar bûn gaz avêtin qadê. Rewşekî wisa wehşetê bû.”

JI SEROKKOMAR RE: LI ŞÛNA JI BO AKP’Ê DENG KOM BIKÎ BIÇE AMEDÊ

Demîrtaş hirxandina “Dema ku em ji wir derketin serokkomarê welat 3 saeten di weşana zindî de axivî. Serokkomarê dibêje ez bêalî me. Qet qala howîtiya li wir hate kirin nekir, hevokek jî bi kar neanî. Êvarê xwestiye xwe bigihîne min. Bibore. Ev du meh in qad bi qad digerî û heqaret li me dikî. Îro li şûna ku mîtîngê pêk bîne biçe Amedê kulîlk te danîba qadê, te êşa gel parve bikira. Ez derkevin telefonê çi dibe dernekevim çi dibe. Te ji xwe ya xwe kirî ye. Di du mehan de bi saden êrîş pêk hatiye. Li her derê bi çek û bombeyan ve bi ser me de hatine. Tek kesek jî nehatiye girtin.”

LI DIJÎ ÇAPEMENIYA ALÎGIR NERAZÎBÛN

Demîrtaş bal kişand ser manşetên çapemeniya alîgir ên îro jî û wiha got: “Duh li Amedê qetlîam pêk hatiye, Rojnameya Starê wekî ‘tifaqa xaçperestan’ manşet avêtiye. Hê jî me hedef nîşan didin. Ev hemû ev du meh in me hedef nîşan didin û me lînç dikin. Rojnameyên AKP’ê. Guneş bi gotina ‘Tirkiyeya nû xaçperestên nû’ ve me hedef nîşan daye. Binêrin paçên din Rojnameya Sabahê. Yek gotin jî ji bo êrîşê nekiriye û me hedef nîşan didin. Ev ji bo ku AKP bi ser keve, HDP di bin bendê de bimîne ji hemû keriyên gur û çeqelan re me hedef nîşan didin. Li qada Amedê xwestine me bikujin lê manşetên van binêrin. Ti li şûna li min digerî yên ku van paçan derdixin bigere.”

'SIBÊ ROJEKE DÎROKÎ YE’

Demîrtaş got, “HDP li vî welatî teminata aştî û biratiyê ye” û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Sibê rojeke dîrokî ye. An ev hişmendiya kincik wê rêveberiya xwe berdewam bike anî em ê li 81 bajaran dest bidin hev. Êş û hêrsa me mezin e. Em bi hêrs û kîn tevnagerin. Em ê bi wijdan û bi aqil tevbigerin. Em ê biçin sindoqê. Em ê xwedî li vin û dengen xwe derkevin. Tenê çend saet man em ê ji vê belayê xilas bibin. Ji bo ziman, nasname, ked, daristan, ava û hemû tiştên me yên din ên ji deste me hatin girtin îade bikin em derketin rê. Em ji bo tiştên ji we hatin dizîn careke din îade bikin li ser rêyan in. Ji bo 550 namzetên gel ji we re xizmetê bikin em derketin rê. Divê tene dengekî jî vala neçe. Ji bilî HDP’ê hûn deng bidin kê dê kêrî AKP’ê bê. Hêza tene van rastîne em in. “

Demîrtaş got, “Heke HDP di bin bende de bimîne ev hişmendî dê Tirkiyeyê ber bi kaosê ve bibe” û wiha pê de çû: "Me bi berpirsiyariyekî dîrokî kampanyaya xwe ya hilbijartinê meşand. Hemû sûcê me ji bo em bende derbas bikin me deng ji gele xwe xwest. Em xwest 30 wekîlên xwe yên bi salane xesp dikin paşve bigirin. Rastî jî em jî li benda namerdiyeke ewqas nebûn. Em çi bike ya ji deste me tê heye sindoq. Hûn bixwazin wê bi ser bikevin, gel bixwaze wê bike. Ji bo gelên Tirkiyeyê bi awayekî azad û biratî li parlementoyê çi bigirin em ê keda xwe danîn holê. Em li vir in, AKP wê biçe wê zarokên vî welatî vî welatî bi rê ve bibin.”

JI LIHEVHATINA MIROVAHIYA MEZIN DAWET

Demirtaş banga “Em hemü welat deweti lihevhatina mirovahiya mezin û mirovahiya mezin rakin ser piyan dikin” û wiha got: “Ji bo min rûmet e. Înşaalah ez ê jî bi dengen we li vir bibim wekîl. Em ê li vir bi hemû hevalên xwe û gele xwe re bin. Em rêya azadiya welat bi hev re vekin. Ji vê seatê şûn ve civaka Tirkiyeyê ji bîlî HDP’ê tu alternatîfên din ên rizgariyê tinene. Em tenê dengekî jî bigirin ji bo me gelek girîng e. Ji ber wê yekê xirabên baş na ya herî baş hilbijêrên da ku yên baş qezenç bikin û yên tên tepisandin qezenc bikin.”

‘DESTÛRÊ NEDIN RAGEŞİYÊN LI SER SINDOQAN’

Demîrtaş ji mîlyonên sibê ji bo deng bikar bînin re jî wiha bang kir: “Ji hilbijêrên 81 bajaran re hişyariya min ev e. Destûrê nedin rageşiyên li ser sindoqan. Armanca me deng dayîn e. Dibe ku bixwazin hilbijartinan bidin betalkirin. Neyên van lîstîkan. Sebir bin. Em ê sebir bikin da ku em xilas bin. Ji bo aştî û azadiyê HDP’ê mor bikin û bavêjin sindoqan. Mora sibê didin deste we wê rêya rizgariya me veke.”

Demîrtaş herî dawî spasî li hemû kesên tevlî xebatên hilbijartinê kir.