Êrîşa li Amedê bi xwepêşandanekê li Bruksel hat şermezarkirin
Êrîşên bombayî yên li hember mîtînga HDP’ê ya li Amedê li paytexta Belçîka Bruksel bi xwepêşandaneke girseyî hat şermezarkirin.
Êrîşên bombayî yên li hember mîtînga HDP’ê ya li Amedê li paytexta Belçîka Bruksel bi xwepêşandaneke girseyî hat şermezarkirin.
Êrîşên bombayî yên li hember mîtînga HDP’ê ya li Amedê li paytexta Belçîka Bruksel bi xwepêşandaneke girseyî li ber Parlamentoya Ewropayê hat şermezar kirin. Bi sedan kesan dirûşmên, “Qatil Erdogan”, “Faşîst Erdogan”, “HDP gel e, gel em in”, “Şehîd namirin” desthilatdariya AKP ‘ê û Recep Tayyîp Erdogan şermezar kir.
Di mîtînga ji aliyê tevgera jinên Kurd a Belçîkayê ve hat lidarxistin, li hember Erdogan û desthilatdariya AKP’ê hêrs zêde bû. Di mîtîngê de Hevseroka KCD-E Dilşa Osman, nûnerên Aveg-KON û Federasyona Elewiyan a Ewropa axivîn.
Dilşa Osman di axaftina xwe de got: "Hikûmeta AKP’ê ji bo HDP bendê derbas neke û di parlamentoyê de neyê temsîlkirin serî li provokasyonan dide. Lê gelê Kurd weke bêrê wê van polîtîkayên komkujiyê vala derxe. Em bang li gelê xwe dikin ku van lîstîkên AKP’ê vala derxe û dengên xwe bide HDP’ê.”
Mîtîng bi dirûşman bi dawî bû.