Demîrtaş bersiv da Erdogan
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, bersîv da Serokkomar Tayyip Erdogan û wiha got: "Bila li min negere. Bila ji gelê Tirkiyeyê lêborîn bixwaze."
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, bersîv da Serokkomar Tayyip Erdogan û wiha got: "Bila li min negere. Bila ji gelê Tirkiyeyê lêborîn bixwaze."
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, bersîv da Serokkomar Tayyip Erdogan û wiha got: "Bila li min negere. Bila ji gelê Tirkiyeyê lêborîn bixwaze."
BILA LI MIN NEGERE, BILA JI CIVAKÊ LÊBORÎNÊ BIXWAZE
Hevserokê HDP'ê yê Giştî Selahattîn Demîrtaş, dema ji Amedê ji bo beşdarî mîtînga navçeyên Pendik û Sancaktepe yên Stenbolê bibe derket rê, li Balafirgeha Ataturkê pirsên rojnamegeran bersivand. Demîrtaş, pirsên têkildarî gotina Serokomar Erdogan a "Ez li Demîrtaş geriyam, bersîv neda min" bersivand û wiha got: "Pirsgirêk û mijar ne ez im. Pirsgirêk gel e. Ji bo gel kirin hedef, ji bo li ser îftirayan kampanya reşkirinê dan destpêkirin, ji bo em ewqas kirin dijmin divê lêborînê ji gel bixwaze. Bila li min negere. Bila ji gelê Tirkiyeyê lêborînê bixwaze."
Demîrtaş, da zanîn ku gotin Serokkomar û Serokwezîr li te geriyane û wiha axivî: "2 zarokên min ên biçûk jî di navde bi sedan zarok hindik mabûn bimirana. Zarokên biçûk ji ber bombeyên gazê hindik mabûn bifetisiyana. Parazvanên min dema birîndarek danîn ser milê xwe birîndar di destê wan de jiyana xwe ji dest da. Bi sedan birîndar hebûn. Li gel vê yekê ez derketim ser dikê û min got "Hestiyar nêzîk bibin. Min xwest nekevin nava çalakî û bûyeran. Lê Serokkomar di mîtînga Eskişehirê de sersaxî nexwest. Ger ku ji gel lêborîn nexwase û sersaxiyê nexwaze li min bigere dê çi bê guhertin. Em bang wan dikin û dibêjin werin Amedê. Ma ne Serokkomarê 77 mîlyonî ye. Bila biçe cihê bûyerê û gulan dayne cihê bûyerê. Bila lêborîna xwe ji gel bixwaze. Mijar ne ez im. Bila bê ji gelê Tirkiyeyê lêborînê bixwaze. Bila ji civaka Tirkiyeyê lêborînê bixwaze."
KAOS HAT PLANKIRIN
Demîrtaş, destnîşan kir ku piştî komkujiyê xwestin kaosekê çêkin û wiha berdewam kir: "Tam li gorî dema ku ez derkevim ser dikê eyar kirin ku teqînê pêk bînin. Teqîn di nava sedan zarok, kal û pîran te teqiya. Em dibêjin xwedê ji wan re nahêle. Em bawer dikin ku gelê me wê biryara wîjdanî bide. Em dibêjin bila her kes biçin ser sindoqan û hesabê vê yekê bidin."