Malên HDP'yiyan gulebaran kirin
Malên HDP’yiyên li Taxa Ova ya girêdayî navçeya Seyhan a Edeneyê duh êvarî hatin gulebarankirin.
Malên HDP’yiyên li Taxa Ova ya girêdayî navçeya Seyhan a Edeneyê duh êvarî hatin gulebarankirin.
Malên HDP’yiyên li Taxa Ova ya girêdayî navçeya Seyhan a Edeneyê duh êvarî hatin gulebarankirin. Di êrîşê de ti zerara can çênebû, lê di malan de zerara madî rû da.
Fatma Ozbey a mala wê jî hat gulebarankirin got, duh êvarî saet nêzî 21.30’î du kes ketin taxê rasterast mal gulebaran kirin. Ozbey diyar kir gule li dîwarên mala wê ketine û camên wan şkestine.
Yek ji niştecihên taxê ku nexwest navê xwe bide, anî ziman ku nizanin ew kes kî bûn, ji ber vê xeber nedane polîsan û got: "Em pêwîst nabîninin gilî wan kesan li qereqolê bikin. Di encam de em hilbijêrên HDP’ê ne. Ev êrîş provokasyonên ku dixwazin me bikişînin kolanan e. Em bersiva herî baş sibe bi piştgirîdayîna HDP’ê û derbaskirina bendê bidin.”