‘Heyeta Cenevre’ ya Çavdêriyê li Êlihê ye
‘Heyeta Çavdêriyê ya Cenevre’ ya sibe li Êlihê di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de wek çavdêr wezîfedar be HDP ziyaret kir.

Ji hilbijartinên giştî re ku tenê saet man, ji bo ewlekariya hilbijartinan Maseya Krîzê ya HDP’ê hat avakirin. Li hember hîleyên di hilbijartinê de mimkun e pêk bên, wê heyeteke ji bajarê Cenevre ya Swîsrê ji 8 kesan a ji parêzer, sendîkavan û fêrkaran pêk tê wezîfedar be. Heyeta ji Cenevre hat Êlihê, HDP ziyaret kir der barê rewşên di bikaranîna dengan de rû bidin agahî wergirtin.
Koordînatorê Komeleya Parêzerên Pêşverû ya Cenevre Olîvîer Petere têkildarî mijarê ji ANF’ê re axivî. Peter got, wê çavdêriyên hilbijartinê yên li Êlihê bikin rapor û wiha dewam kir: "Ji bo hilbijartin bi awayekî adil derbas bibe em Heyeta Cenevre hatine vir. Bi awayekî kom em ê çavdêriyên xwe yên li deverên deng tên bikaranîn bikin rapor. Li hember hîleyên pêk werin wek rojnamevan, parêzer û sendîkavan em ê rewşê bişopînin.”