Êrîşa li Amedê li Bordeaux bi girseyî hat şermezarkirin

Êrîşa bombeyî ya li hember mîtînga HDP’ê ya li Amedê, li bajarê Bordeaux ê Elmanyayê bi girseyî hat şermezarkirin.

Êrîşa bombeyî ya li hember mîtînga HDP’ê ya li Amedê, li bajarê Bordeaux ê Elmanyayê bi girseyî hat şermezarkirin.

Civîna gel a îro danê sibehê pêk hat bi rêzgirtinê destpê kir. Felat Marînos ê di civînê de axivî got: “Em êrîşên li Erzirom, Çewlik û Amedê lanet dikin.” Di civînê de xebatên hilbijartinê yên li Bordeaux hatin destgirtin û şûnde, girse ber bi Serkonsolosxaneya Tirk a li Place de Bourse bi pankarta, “Em ê mirovatiyê fêrî we bikin” meşiya.

Di meşa bi piranî jin û ciwan beşdar bû dirûşmên, “Qatil Erdogan”, “Ji Amedê re hezar silav”, “Wê aştî qezenç bike” hatin gotin. Girse piştî gihişt Serkonsolosxaneyê, jinên ciwan pankarta, “Em ê mirovatiyê fêrî we bikin” û çelenga reş danîn ber Serkonsolosxaneyê.