HDP'ê, beriya hilbijartinên 7'ê Hezîranê li ser hîleyên gengaz ên li ser sindoqan û tedbîrên dikarin werin girtin, xebatek amade kir. Li gorî vê yekê, hîleyên hilbijartinê ji sê pêvajoyên bingehîn pêk tê.
Ev xebat û amadekariya HDP'ê bi vî rengî ye:
Hîleyên gengaz ên hilbijartinê û yên li ser sindoqan ji sê pêvajoyên bingehîn pêk tê. Ev jî; hîleyên beriya dengdayînê, hîleyên dema dengdayînê, hîleyên piştî dengdayînê.
HÎLEYÊN BERIYA DENGDAYÎNÊ Û TEDBÎRÊN DIKARIN WERIN GIRTIN
Li gorî hilbijartinên giştî yên dawî, di çarçoveya encamên anketan de hin herêm dikarin weke hedef werin diyarkirin. Ev herêm jî dibe ku herêmên 'parlamenterî bi hejmareke kêm a dengan hatiye windakirin yan jî dikare bê windakirin' werin destnîşankirin. Piştî diyarkirina herêmê, dest li qeyda hilbijêran dikare were werdan. Di vî warî de me hişyariyên pêwîst dane hemû rêxistinên xwe.
Ji bo herêmên krîtîk û sindoqên krîtîk, dibe ku serokên sindoqan bi taybetî werin diyarkirin. Di demên ev xebat dikare were kirin de jî, me hişyariyên pêwîst dan rêxistinên xwe. Tevî vê yekê jî, li ser sindoqên ku guman li ser heye, çavdêrên hîn bêhtir xwedî tecrûbe dikarin bên wezîfedarkirin.
Pisûleya sexte ya dengan, zerf û mor dikare werin amadekirin. Pisûleya dengan a mora "EVET" yan jî "TERCÎH" li partiya wan e, dibe ku di berdêl pere, cih an jî berjewendiyê de bi pisûleya dengan a vala bê guhertin. Divê bal li ser ber ku dema hilbijêr çû cihê girtî yê dengdayînê, di dest de pisûleyeke din heye, yan jî di dema derketinê de pisûleyeke vala heye yan na.
Ji bo sûc bixe stuyê partiya me û rê li ber provokasyonan vekin, dibe ku pisûlayên dengan ên ji bo partiya me hatine bikaranîn biavêjin çopê, kêleka rê û bi vî rengî hewl bidin hilbijartina li wê herêmê were betalkirin.
Desteya sindoqê dibe ku di sibeha hilbijartinê de bêje em sinifê amade dikin û nehêlin çavdêr bikevin hundir. Pêwîste çavdêrên me bi ti awayî vê qebûl nekin û beriya saet 07:00 li sinifê amade bin. Di rewşeke berevajî de divê yekser serî li komîsyonên me yên hiqûqê bidin.
HÎLEYÊN DEMA DENGDAYÎNÊ Û TEDBÎRÊN DIKARIN WERIN GIRTIN
Dibe ku ji mirovên bi xwendin û nivîsandinê nizanin, ji extiyaran re pisûleya dengan a bi mora "EVET" yan jî "TERCÎH" were dayîn. Di vî warî de divê çavdêrên me baldar bin.
Dibe ku di nava zirfa hilbijêran de bi awayekî dizî û bi zanebûn işaret an jî tiştekî din (parçeyên kaxizê) were bicihkirin. Ev hîle ji bo betalkirina dengê ji partiya me re ye. Di vî warî de dema pisûleya dengan ji hilbijêran re hat dayîn pêwîste çavdêrên me baldar bin.
Li derveyî dibistanê dibe ku pisûlaya dengan a morkirî were dayîn û pisûlayên vala were xwestin. Di rewşeek bi guman de divê were kontrolkirin ku pisûleya hatiye morkirin bi mora desteya sindoqê ye yan na.
Hêzên ewlekariyê dibe ku gelek dengan bi carekê bikar bînin. Divê çavdêr bala xwe bidin van û nasnameya hêzên ewlekariyê yên deng bikar anîne ji maseya krîzê ya li navçeyê re ragihînin. Pêwîste ev mijar li maseyên krîzê bi taybetî were şopandin.
Dibe ku bihêlin ku biyanî deng bikar bînin. Pêkane ku mirî û mirovên nikarin deng bikar bînin bê tespîtkirin û li şûna van biyaniyan bibin ser sindoqan, li şûna mirovên din deng werin bikaranîn. Di vê mijarê de bi taybetî bi Sûriyeyan re dikarin deng bidin bikaranîn. Di vî warî de jî divê bi taybetî di tespîta nasnameyê de were diyarkirin ku kesê deng bikar bîne ew kes e yan na.
Serokên Desteya Sindoqê û endamên desteya sindoqê li astengdar û mirovên bi xwendin û nivîsandinê nîne re dibe ku bikevin cihê girtî û li şûna wan deng bikar bînin. Li gorî giştînameya bi hejmara 135'an serokê desteya sindoqê bi ti awayî nikare bikeve cihê girtî yê dengdayînê. Di vî warî de divê hilbijêr werin agahdarkirin û çavdêr û berpirsyarên dibistanan haydar bin.
Dibe ku hewl bê dayîn çavdêrên partiya me ji dora sindoqê bên dûrxistin. Dibe ku li ser sindoqan hewl bidin kaosê derxînin û bi vî rengî hewl bê dayîn ku wezîfedarên partiya me ji derdora sindoqê dûr bixînin. Di vî warî de girîng e wezîfedarên me yên li ser sindoqan, li gorî mewzûatê tevbigerin û neyên provokasyonan.
Serokên Desteya Sindoqê dibe ku giliyên çavdêrên partiya me li ber çavan negire, qebûl neke, helwesteke dijminane nîşan bide. Bi vî rengî dibe ku bixwaze çavdêrên me ji cihê sindoqê derxîne. Di rewşeke bi vî rengî de pêwîste çavdêrên me yekser li saziyên hilbijartinê gilî bikin.
Dibe ku hêzên ewlekariyê timî li dora herêma dengdayînê û sindoqan bin û bi vî rengî zextê li hilbijêran bikin. Ji pêşîgirtina li vê jî divê rêveberên partiyê li qadê bin û eger pirsgirêkek çareser nekirin divê li desteyên hilbijartinê yên bajar û navçeyê îtiraz bikin.
Li herêmên partiya me lê xurt in, dibe ku bi awayekî dizî zerfên vala li sindoqan bên bicihkirin. Pêwîste çavdêr di vê mijarê de werin agahdarkirin.
Pêkane ku zext bê kirin ji bo bi awayekî vekirî deng were bikaranîn. Der barê vê mijara li dijî qanûnê de divê çavdêr werin agahdarkirin.
Dibe ku Serokê Desteya Sindoqê rabe hewl bide li şûna hilbijêrê deng bikar neaniye, deng bikar bîne. Li hemberî vê yekê divê çavdêrên me ji sibehê heta êvarê li ser sindoqan bin.
HÎLEYÊN PIŞTÎ DENGDAYÎNÊ Û TEDBÎRÊN DIKARIN WERIN WERGIRTIN
Dikarin bêjin ku wê deng werin jimartin û bi vî rengî hewl bê dayîn çavdêr ji cihê sindoqê bên derxistin. Di nava her şert û mercî de divê çavdêr bi ti awayî li cem sindoqê neçe ti deverê.
Bi sedemên 'îxbara bombe heye, şewat heye' dibe ku hewl were dayîn çavdêr ji cem sindoqê bê derxistin. Di rewşeke bi vî rengî de eger pêwîstî pê hebe dikare guhertina cihê sindoqê bê pêşniyarkirin, lê belê bi ti awayî divê çavdêr ji cem sindoqê neçe ti deverê.
Li herêmên partiya me lê xurt e, dibe ku zerfên derbasdar weke zerfên ne derbasdar werin destnîşankirin. Pêwîste çavdêr û hilbijêr werin agahdarkirin ku zerfek bi çi rengî derbasdar e, ya ne derbasdar çawa ye.
Dibe ku pisûlaya bi mora "EVET" yan jî "TERCÎH" a li binê amblema partiya me hatiye xistin, weke ne derbasdar bê jimartin. Di vî warî de jî divê hilbijêr û çavdêr baş werin agahdarkirin.
Di dema jimartina dengan de ji bo guhertina dengan dibe ku elektrîk were birîn. Li cem wezîfedarên me yên sindoqê pêwîste ji sedî sed fenereke destan hebe. Di rewşeke bi vî rengî de divê giliyê Berpirsyarê Dibistanê yê Desteya Hilbijartinê were kirin. Agahiyên li ser vê mijarê jî di Klavûza Destan a Çavdêran de cih digire.
Dema encamên hilbijartinê li raporan bê nivîsandin, dibe ku hejmara dengê partiya me bê kêmkirin û yên partiya wan di heman rêjeyê de bên zêdekirin. Bi taybetî encamên dengên HDP'ê di dema dagirtina raporan de dibe ku bên jêbirin, dengên partiya desthilatdar bê zêdekirin. Pêwîste çavdêr kontrol bikin ku encamên sindoqan bê kêmasî li rapor-girtenameyan hatine nivîsandin an na. Divê kontrol bikin ku ev hejmar hem bi nivîs hem jî bi hejmarê hatiye nivîsandin an na.
Hêzên ewlekariyê, di dema jimartina dengan de dibe ku bêyî bûyerek biqewime jî li dora sindoqê bicivin, li ser sindoqan bisekinin û dest li jimartinê werbidin. Di vî warî de divê wezîfedarên sindoqan li gorî mewzûata qanûnî dest li rewşê werdin û eger pêwîstî pê hebe, bi nivîskî gilî li desteyên sindoqê bikin.
Dibe ku ji çavdêrên me re bê gotin "wêneyê raporê-girtenameyê bigire, em ya orjînal nadin". Divê çavdêrên me bi ti awayî vê qebûl nekin û di destpêkê de vê raporê werbigire û dûre jî wêneyê "RAPOR-GIRTENAMEYA XWE" bigire.
Dibe ku rapor bi pênûsa nivîsa wê dikare were jêbirin bê nivîsandin. Divê wezîfedarên sindoqan di vî warî de baldar bin.
Dibe ku ji çavdêr û berpirsyarên me yên dibistanan re rapora bê mor û îmze were dayîn, yan jî bêjin rapora encamên sindoqê nîne û fotokopiya wê bide. Çavdêrên me divê bi taybetî werin hişyarkirin û bêyî RAPORA BI ÎMZE Û MORÊ negire divê ji dora sindoqê neçe ti deverê. Serokê Desteya Sindoqê neçar e rapora ji encamên sindoqê ya bi îmze û mor bide hemû çavdêran.
Kîsên berê hatine amadekirin dibe ku bi kîsên rastî re bên guhertin. Ev hîle dibe ku di dema birina kîsan de bê kirin. Yan jî li desteyên hilbijartinê yên navçeyan bê kirin. Berî kîs li wesayîtan bê bicihkirin divê bi teqezî bê kontrolkirin û wesayîta kîsê ji dengan, heta desteya hilbijartinê ya navçeyê, bê şopandin. Li desteya hilbijartinê ya navçeyê jî divê çavdêr û wezîfedarên partiyê li cihê kîs werin bicihkirin, amade bin. DI VÊ HILBIJARTINÊ DE JI BO DESTEYÊN HILBIJARTINÊ YÊN NAVÇEYÊ ÇAVDÊRÊN TAYBET WERIN WEZÎFEDARKIRIN Û LI BEŞA WEZÎFEDAR A QERTA ÇAVDÊRIYÊ YA VAN WEZÎFEDARAN, DESTEYA HILBIJARTINÊ YA NAVÇEYA ..... bê nivîsandin. Di beş SANDIK NOK de jî ÇAVDÊRÊ DESTEYA HILBIJARTINÊ were nivîsandin. Ev çavdêr divê di roja hilbijartinê saet di 17:00 de li desteyên hilbijartinê yên navçeyê amade bin.
Bi taybetî li cihên em lê xurt in, piştî saet 17:00, ji bo bala çavdêrên me bikişînin cihekî din û rapora encamên hilbijartinê ya bi mor û îmze nedin wan, fîşekên hewayî bên teqandin, li nava taxan li dahol û zirne bê dayîn. Bi ti awayî çalakiyeke bi vî rengî ya partiya me nîne. Ji êvara 7'ê Hezîranê heta sibeha 8'ê Hezîranê li ti deverê wê pîrozbahiyên me tinebin.