Parlamenterê Partiya Çep a Swêdê û Berdevkê Polîtîka Derve Hans Lînde da xuyakirin ku ew êrîşên bombeyî yên li Amedê ku rê li ber mirina 3 kesan û birîndarbûyîna bi sedan kesan vekir şermezar dikin û hêvîdar in ku HDP ji benda hilbijartinê ya ji sedî 10'an derbas bibe.
Lînde ji ber êrîşên bombeyî yên li Amedê daxuyaniyeke nivîskî weşand û anî ziman ku encamên hilbijartinên 7'ê Hezîranê wê nîşan bidin ku Tirkiye di rêya Erdogan ê otorîter dibe de wê bimeşe yan jî ber bi aliyê guhertin û demokratîkbûyînê ve biçe.
Berdevkê Polîtîka Derve ya Partiya Çep got, "Em îro bi guman in û bi hêvî ne. Gumana me ji ber êrîşa li xwepêşandana li Amedê ye. Hin hêz hene ku dixwazin yên Erdogan rexne dikin bêdeng bikin. Lê belê di heman demê de têkoşîna jin û mêrên wêrek ên alîgirê guhertin û mafên bingehîn ên mirovan e, hêviyê dide me" û destnîşan kir ku ji bo hilbijartin demokratîk û aram derbas bibe, divê cîhana derve mudaxle bike.
Lînde da zanîn ku weke Partiya Çep, tevî parlamenter Amîneh Kakabaveh û Danîel Rîazat gelek endamên xwe ji bo çavdêriyê li hilbijartinan bike şandine Tirkiye û Kurdistanê û got, "Tevî êrîş û zextan, em hewldanên îlhamê dide bi awayekî matmayî û bi rêzdarî pêşwazî dikin. HDP ji bo her kesî, rê û rêbazên çareseriya pirsgirêkên edalet, civakî, wekhevî, pirsgirêka Kurd û rêbaza avakirina Tirkiyeyeke nûjen, nîşan dide."
Komeleya Mor Avgîn a li Swêdê jî êrîşên bombeyî û çekdarî yên di dema hilbijartinê de li dijî HDP'ê hatin kirin û hewldanên lîncê şermezar kir.
Serokê Komeleya Mor Avgîn Îskender Gabrîelsson anî ziman ku êrîş li hemberî biratiya gelan, hesreta aştiyê, wekhevî û daxwaza azadiyê ya gelan hatiye kirin û ji bo pûçkirina lîstikên AKP'ê bang li Asûrî-Suryaniyan û hemû gel û baweriyên bindest kir ku dengê xwe bidin HDP'ê.