Li Wuppertal êrîşa li Amedê hat şermezarkirin

Li bajarê Wuppertal ê Elmanyayê êrîşa li hember mîtînga HDP’ê ya Amedê bi meşekê hat şermezarkirin.

Li bajarê Wuppertal ê Elmanyayê êrîşa li hember mîtînga HDP’ê ya Amedê bi meşekê hat şermezarkirin. Di meşa ji aliyê Meclîsa Jinan a Viyan a li Wuppertal û NAV-DEM Wuppertal ve hat lidaxistin bi sedan kes amade bûn.

Di meşa saet 13.00’an li navenda bajêr destpê kir jin û zarok li pêş bûn. Girseya alên HDP’ê, pankart û dowîzên hilgirt dirûşmên, “Bijî HDP”, “Bijî  Serok Apo”, “Bijî YPG” û “Qatil Erdogan” got. Girseya di cadeyên herî qerebalix ên bajêr re derbas bû û hat ber City Arkaden.

Li ber City Arkaden mîtîngeke kurt hat lidarxistin. Axaftina yekemîn ji aliyê Semra Temel ve hat kirin. Paşê Nûnera Meclîsa Jinan a Viyan Zeynep Gune, Hevserokê NAV-DEM  Savci Azar, Seroka Navenda Çanda Elewî ya Wuppertal Funda Ozturk, Nûnerê ODP’ê Cemal Agir, nûnerên Bîr-Kar û AGIF axivîn. Di axaftinan de êrîşên li hember HDP’ê hatin şermezar kirin.