Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li Sancaktepeyê ji gel re axivî û ji bo welatiyên naxwazin biçin ser sindoqan û yên bêbiryar got, "Sibe ne roja rûniştina li malê ye. Sibe biçin ser sindoqan. Dengê xwe bidin HDP'ê ku em hemû bi hev re bikenin. Em ji kîna van bêzar bûn."
Hevserokê Giştî yê HDP'ê û namzetê parlamenteriyê yê herêma 1. Selahattîn Demîrtaş, piştî mîtînga li Sancaktepeyê, mîtînga fînalê bi beşdariya namzetên herêma 1. ên HDP'ê re li Pendîk Kavaklipinarê pêk anî. Tevî baranê jî bi hezaran kes li qadê civiyan û bi qîrîna dirûşmeyan û pankartê vekirî re, êrîşên bombeyî yên li Amedê şermezar kirin.
Hevserokê Giştî Demîrtaş di destpêka axaftina xwe de êrîşên bombeyî yên li Amedê şermezar kir û ji malbata welatiyên jiyana xwe ji dest dane re sersaxî xwest. Demîrtaş got, "Ya li Amedê duh qewimî, hewldaneke komkujiyê ya ji bo dehfdana tevahiya welêt ber bi kaosê ve bû. Lê belê gelê Amedê gelekî bi sebir tevgeriya. Tevî ku dest û lingên wan jê bû jî, tevî destwerdana polîsan jî gelê Amedê bi sebir nêzîk bû. Wan dixwestin îzdiham derkeve, mirov pê li hev bikin. Lê belê mirovên me ketin milê hev û êrîş pûç kirin."
Demîrtaş êrîşên li Çewlik û Erzîromê yên li hemberî partiya wan bibîr xist û got, "Ez neynûka mirovekî me yê bi tenê jî bi 550 parlamenteran nadim. Vana ji bo qoltixa xwe winda nekin, welat ber bi karesatê ve birin. Bê guman wê rojekê ji desthilatdariyê bikeve. Sedema vê panîk û tirsê çiye? Çima ditirsin? Ji ber ku dizanin eger ew ji desthilatdariyê bikevin, wê hesabê komkujiyên Roboskî, Gezî, hesabê pereyên dizîne ji wan bê pirsîn. Lewma ditirsin. Ditirsin, ji ber ku wê hesabê çekên ji artêşa destavêtinê DAIŞ'ê re şandiye, ji wan bê pirsîn. Ji ber ku wê qoltixên xwe winda bikin, dema pirsîna hesap tê, tewşî bûne."
Demîrtaş da xuyakirin ku hilbijartinên sibe werin kirin krîtîk in û ev xal destnîşan kir: "Ya wê kesên ji bo pere, ji bo qoltixê welêt dixe nava êgir wê welêt gav bi bav ber bi karesatê ve bibin, yan jî em ên bindest wê bi ser bikevin. Em dixwazin başî qezenç bike. Her dengê hûnê bidin, wê pêşeroja zarokên we diyar bike. Em dixwazin aştî, biratî, bawerî were vî welatî. Lewma her dengek gelekî bi qîmet e. Dema hûn çûn ser sindoqan, ew mora 'Evet' hêza we ye. Dema we ew mor li bindê HDP'ê da, wê çarenûsa Tirkiyeyê biguhere."
Demîrtaş ji bo welatiyên naxwazin biçin ser sindoqan û yên bêbiryar got, "Sibe ne roja rûniştina li malê ye. Sibe biçin ser sindoqan. Dengê xwe bidin HDP'ê ku em bi hev re bikenin. Em ji kîna van bêzar bûn. Em dixwazin bi bawerî, çand û zimanê xwe bijîn. Em dijminatî, hêrs û şer naxwazin. HDP dikare vê bi ser bixîne. Partiyên din ji sedî 30 ê dengan bistînin jî nikarin AKP'ê bisekinînin. Lê eger em ji sedî 10'an bigirin, em ê AKP'ê bisekininin. Lewma dengê xwe bidin HDP'ê."
Demîrtaş bal kişand ser girîngiya xwedîderketina li deng û sindoqan û got, "Gelekî girîng e ku sibe deng were bikaranîn û heta aşkerabûna encamên fermî çavdêr li ser sindoqan bin." Demîrtaş got, "Me li meydanan çi gotibin, em ê bicih bînin. Hûnê ti carî nebêjin xwezî destê min bişikiya û min deng nedabûya. Hûn çi bin, em jî ew in." Demîrtaş axaftina xwe bi helbesta Nazim Hîkmet a "Ew dijminê hêviyê ne" bi dawî kir.
Mîtîng bi gerandina govendê bi dawî bû.