Saziyên Kurd ên li Rûsyayê êrîşa Amedê şermezar kirin
Saziyên Kurd ên li Rûsyayê xebatan dimeşînin, têkildarî êrîşa provokatîf ên dijî mîtînga HDP’ê ya Amedê daxuyanî dan û êrîş şermezar kir.

Kongreya Êzidiyên Rûsyayê, Yekîtiya Saziyên Civakî a Kurd a Navneteweyî, Otonoma Federal a Neteweyî û Çanda Kurd ya Rûsyayê, Organîzasyona Parastina Gelan a Kurdên Rûsyayê-Mezopotamyayê daxuyaniyek hevpar dan û êrîş şermezar kirin.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku di tevahiya pêvajoya xebatên hilbijartinê de êrîşên li dijî HDP’ê zêde bûne û tevî êrîşên li dijî gelê sîvîl, buroyên hilbijartin û wesayîtan li Giyadîn, Çewlîk, Erziromê provokasyonên bi xwîn hatine armanckirin. Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Di pêvajoyeke wisa hesas de li Amedê di mîtîngê de li pey hev du bombe hatin teqandin. 4 kes mirin û ji 20 zêdetir kes birîndar bûne. Para dewleta Tirk a di van êrîşan de zêde ye. Tevî hemû provokasyonan gelê Kurd bi hestiyar tevgeriyaye û nehiştiye ev plan bigihêjin armanca xwe. Em hêzên ku di tevayî pêvajoya xebatên hilbijartinê de ji gelê me re astengî derxistiye, bi şîdet lanet û şermezar dikin. Em malbata re sersaxiyê û birîndaran re şifayê dixwazin.