Hîleya destpêkê Rêyên Hewayî yên Tirk kir

Balafirên Rêyên Hewayî yên Tirk ên diviyabû danê vê sibehê ji balafirgehên Ataturk û Sabîha Gokçen ên Stenbolê rabûna, ji ber sedemeke ne diyar zûtir rabûn û bi sedan hilbijêrên ji bo dengdayînê biçûna Kurdistanê neçarî biçin.

Balafirên Rêyên Hewayî yên Tirk (THY) ên diviyabû danê vê sibehê ji balafirgehên Ataturk û Sabîha Gokçen ên Stenbolê rabûna, ji ber sedemeke ne diyar zûtir rabûn û bi sedan hilbijêrên ji bo dengdayînê biçûna Kurdistanê neçarî biçin. Hat ragihandin ku hilbijêr hînê li balafirgehê ne.

Li gorî agahiyan balafiran ên ber bi Mêrdîn, Amed, Êlih, Mûş û Wanê, 20-45 deqe zû rabûn. Tevî ku hewl hat dayîn ji rayedarên THY agahî were stendin ku balafir zû rabûne, ti agahî nehat dayîn. Di navbera hilbijêrên dixwazin biçin bajarên Kurdistanê û polîsan de alozî derket. Rayedarên THY ku ti agahiyan nadin, ji bo mexdûriyeta gel çareser bikin, tiştekî nakin.