BI DÎMEN

Êrîşa li hember mîtînga HDP’ê li Rotterdam hat şermezarkirin

Êrîşa li hember mîtînga HDP’ê ya li Amedê ji aliyê dilxwazên HDP’ê yên Hollanda li ber Konsolosxaneya Tirk bi girseyî hat şermezarkirin.

Êrîşa li hember mîtînga HDP’ê ya li Amedê ji aliyê dilxwazên HDP’ê yên Hollanda li ber Konsolosxaneya Tirk bi girseyî hat şermezarkirin. Du kesên xwestin çalakiyê provoke bikin rastî nerazîbûna Kurdistaniyan û dostên wan hatin.

Êrîşên bombeyî yên li hember mîtînga Amedê ya HDP’ê li bajarê Rotterdam ê Hollanda bi çalakiyeke ku ji aliyê dilxwazên HDP’ê, Kurdistaniyan û Tirkiyeyiyan ve hat organîzekirin li ber Konsolosxaneya Tirk hatin şermezarkirin.

Girseyê dirûşmên, “Qatil Erdogan”, “Şehîd Namirin”, “Em HDP em ê Meclîsê” got. Di çalakiyê de du kesên li ser motorsîklet xwestin çalakiyê provoke bikin. Du kesên heqaret kirin û bi devkî tacîz kirin rastî nerazîbûna girseyê hatin. Li ser vê yekê alozî derket.

Polîsan her du kes û Kurdistaniyê bi navê Adem Koç binçav kirin. Tê payîn ku Adem Koç bê berdan.