Li Londrayê hezaran êrîşên li hember HDP’ê şermezar kirin
Êrîşên bombeyî yên li hember mîtînga HDP'ê ya Amedê li paytexta Îngîltere Londra bi tevlîbûna hezaran kesan bi meşekê hat şermezarkirin.

Li paytexta Îngîltere Londra piştî nîvro girse li Qada Trafalgar a bi nav û deng a Londra kom bû. Girseya li ser banga saziyên Kurdistanî û Tirkiyeyî kom bû, êrîşên li hember HDP’ê şermezar kir. Piştî axaftinên li qadê girse bi alên HDP, KCK û YPG’ê bi dirûşma, “Qatil Erdogan” ber bi avahiya Serokwezîrtiyê meşiya.
Di axaftinên li ber avahiya Serokwezîrtiyê de êrîşên bombeyî yên li hember mîtînga HDP’ê ya li Amedê bi tundî hat şermezarkirin. Hat diyarkirin ku berpirsyarê êrîşa bombeyî AKP ye û ti tişt nikare vê meşê rawestîne.
Girseya heta demekê li ber avahiya Serokwezîrtiyê dirûşm berz kir, piştî belavkirina belavokên bi Îngîlîzî çalakiya xwe bi dawî kir.