Hevdîtina Demîrtaş-Lavrov bi dawî bû
Heyeta bi serokatiya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, li paytexta Rûsya Moskowayê bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re hevdîtinek bi qasî saetekê pêk anî.

Heyeta ji Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek, Berpirsyarê KNK'ê yê Têkiliyên Derve Nazmî Gur, Nûnerê KNK'ê yê Rûsyayê Selahattîn Soro, Hevserokê Otonomiya Federal a Çandî û Neteweyî ya Kurdên li Rûsyayê Ferhat Patiyev û Hevserokê Yekîtiya Saziyên Civaka Kurd Merab Şamiyev, bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re hevdîtinê pêk anî.
Demîrtaş di beşa hevdîtinê ya li çapemeniyê vekirî de destnîşan kir, ku di vê 'dema zehmet' de ew girîngiyeke mezin didin têkiliyên bi Rûsyayê re.
Piştî hevdîtinê ti daxuyanî nehat dayîn.