Cenazeyên Erbay û Oter li Taxa Gazî ye

Cenazeyên Yelîz Erbay û Şîrîn Oter, şoreşgerên jin ên ku polîsên Tirk qetil kirin, li Taxa Gazî bi tilîlî û dirûşmeyan hat pêşwazîkirin.

Cenazeyên Yelîz Erbay û Şîrîn Oter, şoreşgerên jin ên ku polîsên Tirk qetil kirin, li Taxa Gazî bi tilîlî û dirûşmeyan hat pêşwazîkirin.

Cenazeyên Yelîz Erbay û Şîrîn Oter ên ku di serdegirtina mala li Gazîosmanpaşa de ji aliyê polîsan hatin qetilkirin, ji aliyê malbat û hevalên wan ji Saziya Tipa Edlî hatin wergirtin.

Tevî karên otopsiyê beriya 2 saetan bi dawî bibû, bi hinceta ji Walîtiya Stenbolê wê “nivîs were” cenaze nedabûn.

Piştî rawestandinê, malbat û hevalên Erbay û Oter cenaze wergirtin. Girseyê bi dirûşmên, “Şehîd Namirin” û “Şehîdên Şoreşê Nemir In” ve cenaze girtin.

Cenazeyên her du jinên şoreşger birin Taxa Gazî, gelê Gazî jî ji bo cenazeyan bigirin, ji mala cem meşiyan pêşiya Lîseya Şaîr Abay Konanbay.

Cenazeyên her du jinan saet nêzî 20.10’an anîn pêşiya lîseyê. Cenaze bi dirûşm û tilîliyan hat pêşwazîkirin.

Cadeya Îsmetpaşa li çûyin û hatinê hat girtin, gel ber bi Mala Cem a Gaziyê ve ket meşê.

Cenaze wê îşev li Mala Cem a Gazî bê rawestandin, sibehê wê bi merasîmek di saet 13.00’ê de ber bi rêwitiya dawî bên oxirkirin.