2 kes hatin girtin, 18 kes hatin binçavkirin

Êrîşên hikûmeta AKP'ê yên li hemberî gelê li bajarên Bakurê Kurdistanê dewam dikin. Di operasyonên qirkirina siyasî yên bi fermana AKP'ê tên meşandin de 2 kes hatin girtin, 18 kes jî hatin binçavkirin.

Li Mûş, Edene, Sêrt û Wanê operasyonên qirkirina siyasî dewam dikin. Êrîşên hikûmeta AKP'ê yên li hemberî gelê li bajarên Bakurê Kurdistanê dewam dikin. Di operasyonên qirkirina siyasî yên bi fermana AKP'ê tên meşandin de 2 kes hatin girtin, 18 kes jî hatin binçavkirin.

MÛŞ

Li navçeya Mûş Gimgimê, welatiyê bi navê Erkan Akbal ê ku duh li navenda navçeyê ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin, piştî ragirtina li emniyetê anîn dozgeriyê. Akbal piştî îfadeya dozgeriyê bi îddiaya "endamê rêxistinê ye" sewqî dadgehê hate kirin û li dadgehê hate girtin. Akbal şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê.

EDENE

Li navçeya Seyhanê ya Edeneyê di encema serdegirtinên malan de kesên ku hatin binçavkirin, hejmara wan bû 9 kes. 4 jê zarok 9 kesên ku bi hinceta beşdarî çalakiyên civakî yên di demên dawî de bûne sewqî edliyeyê hatin kirin. 

SÊRT

Li Sêrtê endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Ciwan Tûnç, aktîvîsta KJA'yê Kiymet Ilgiz û xebatkara şaredariyê Nîmet Ozak a hatibûn binçavkirin sewqî dozgeriyê hatin kirin. Piştî îfadeya dozgeriyê Tunç û Ilgaz hatin berdan, Ozak jî bi îdiaya "endama rêxistinê ye" sewqî dadgehê hate kirin. Ozak bi heman îdiayê hate girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê. 

WAN

Li navçeya Şax a Wanê ku ji bo şermezarkirina terora dewletê ya li Kurdistanê derabe nehatine vekirin, nûçegihanê DÎHA'yê Niyazî Aşan ê nûçe dişopand û li navenda navçeyê wêne dikişand ji aliyê tîmên taybet ve hate binçavkirin.  Aşan bêyî hincet hate binçavkirin bi zorê li wesayîta zirxî hate siwarkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Şaxê. 

Li navçeya Sixkê jî polîsan bi şev avêtin ser malan û 11 kes girtin binçavan. Gel nerazîbûn nîşanî polîsên Tirk da, ku di dema serdegirtinan de deriyên malan şikandin. Hat ragihandin ku binçavî birine Şaxê TEM ê Midûriyet Emniyetê ya Wanê.