MŞD û ADHF ji bo meşa li Dusseldorfê banga tevlîbûnê kirin

MŞD û ADHF, ji bo meşa 26'ê Kanûnê roja Şemiyê ya li bajarê Elmanya Dusseldorfê bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê tê lidarxistin, banga tevlîbûnê kirin.

MŞD û ADHF, ji bo meşa "Em destûrê nadin faşîzma dewleta Tirk, xwedî li xwerêveberiyê derdikevin" a 26'ê Kanûnê roja Şemiyê ya li bajarê Elmanya Dusseldorfê bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê tê lidarxistin, banga tevlîbûnê kirin.

Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê (MŞD) bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên bêsînor ên li Bakurê Kurdistanê û diyar kir, ku di nava dorpêçiya bi hezaran leşkeran de rojane bi dehan kes tên qetilkirin û birîndar kirin.

MŞD'ê li hemberî vê komkujiya tê kirin bang li Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn kir, ku tevî cîran û nasên xwe, rojaj 26'ê Kanûnê beşdarî meşa li Dusseldorfê bibin û dengê xwe bigihînin cîhanê. 

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em dikarin bikin ku welatên Ewropa dengê me bibihîze û ji dewleta Tirk re bêje êdî bes e. Ev yek bi beşdariyeke bi sed hezaran dikare pêk were. Em li bendê ne ku her kes, sazî, mal û komele bi berpirsyarî rabin û li Dusseldorfê amade bin."

Federasyona Mafên Demokratîk li Elmanyayê (ADHF) jî di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya li ser mijarê de bibîr xist ku li 6 bajar û 17 navçeyên Bakurê Kurdistanê dewleta Tirk rewşa awarte îlan kiriye, bi hêza xwe ya leşkerî dorpêç kiriye û da zanîn ku ji bo şikandina berxwedana neteweya Kurd, komkujî û qirkirin tê kirin.

ADHF got, "Em xwedî li berxwedana rewa û mafdar a neteweya Kurd derkevin. Li dijî komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin, em dengê xwe bilind bikin. Em bang dikin, ku her kes beşdarî meşa 'Em rê nadin faşîzma dewleta TC, em xwedî li xwerêveberiyê derdikevin' bibin."

Meş wê di 26'ê Kanûnê roja Şemiyê saet di 11:00 de li ber HBF a Dusseldorfê destpê bike.