Kevneşopiyeke dewletê: Komkujiyên meha Kanûnê
Dîroka dewleta Tirk a bi îdeolojiya fermî ya "yek dewlet, yek millet, yek ol" mîna dîroka komkujiyan tê dîtin.
Dîroka dewleta Tirk a bi îdeolojiya fermî ya "yek dewlet, yek millet, yek ol" mîna dîroka komkujiyan tê dîtin.
Dîroka dewleta Tirk a bi îdeolojiya fermî ya "yek dewlet, yek millet, yek ol" mîna dîroka komkujiyan tê dîtin. Çend ji mînakên ku rûyê qetlîamker ê dewletê yê 93 salan nîşan didin komkujiyên Mereş, 19'ê Kanûnê û Roboskî ne. Ev her sê komkujiyên di meha Kanûnê de hatin kirin, wê mînak gemarekê her tim li eniya vê dewletê be.
KOMKUJIYA MEREŞÊ
Ji 19 heta 26'ê Kanûna 1978'an, hêzên faşîst ên di bin çavdêriya dewletê de li hev kom bûn, li Mereşî êrîşî mal û kargehên Kurdên Elewî kirin û komkujiyeke mezin pêk anîn. Maşika dewleta kûr û hêzên navneteweyî MHP, li gelke navendên welêt ji bo çalakiyên provokatorî, dihat bikaranîn. Ev hêza faşîst, di 19'ê Kanûna 1978'an de vê carê li Mereşê ket nava tevgerê û li Mereşê xwest, mûxalefeta li dijî îdeolojiya fermî ya dewletê, ku bi pêşengiya Kurdên Elewî bi pêş diket, ji holê rake. Di şeva 19'ê Kanûnê de bi pêşengiya hêzên MHP'yî fîlmekî bi navê "Roj wê kengî hilê" li sînema Çîçek hat nîşandan û di dema nîşandana vî fîlmî de bombeyeke xwedî dengekî bilind, lê xwedî tesîreke biçûk hat teqandin. Nîjadperestên piştî teqînê derketin derve, li vê derê ji aliy ê komên faşîst ên MHP'yî ve hatin provokekirin û bi vî rengî starta komkujiya Mereşê hat dayîn.
Di bûyerên 19-26'ê Kanûnê de, serokên komeleyên nîjadperestan ên li Mereşê ku ji hêzên faşîst re pêşengî dikirin, li navendên xwe yên giştî geriyan û daxwaza alîkariyê kirin. Li ser vê daxwazê, ji cihên nêzî Mereşê bi sedan hêzên faşîst ên çekdar herikîn nava bajêr û êrîşî kargeh û qehwexaneyên Kurdên Elewî kirin. Piştre jî êrîşî taxên Elewiyan kirin û plana komkujiyê xistin meriyetê.
Hêzên faşîst 2 mamoste kuştin û piştre êrîşî girseya gel a beşdarî merasîma cenazeyên mamosteyan kirin. Di bûyeran de meleyan jî weaza 'Roj roja cîhadê ye, kî Elewiyekî bikuje wê biçe bihuştê, hemû Elewiyan bikujin ku şahîd nemîne' hêzên nîjadperest har dikirin. Van komên faşîst êrîşî taxên Yoruk Selîm, Yenî Mahalle, Serîn Tepe, Kara Maraş û Magarali kirin û jin, mêr, zarok, extiyar mirov qetil kirin.
Di vê dema komkujiya hovane de, ku zarok di zikê dayikan de dihatin qetilkirin, mirov bi zindî dihatin şewitandin de, hêzên qaşo ewlekariyê, ji roja destpêkê ve xwe nedigihandin bajêr. Di tevahiya bûyerên hefteyekê de hikûmeta Ecevît jî bi tenê li Enqereyê daxuyanî da.
BÎLANÇOYA KOMKUJIYÊ
Li gorî hejmarên fermî, di kmokujiya hefteyekê ya ji aliyê hêzên faşîst ên bi desteka dewletê kirin de, 111 kesan jiyana xwe ji dest dan, 200 mal û zêdeyî 100 kargeh hatin xerakirin. Li gorî dozgeriyê 1350 kesan di komkujiyan de cih girtin, lê bi tenê 752 ji van hatin girtin. Dozên il hemberî wan 23 salan dewam kirin. Li 22 kesan cezayê îdamê, li 7 kesan cezayê ragirtina heta bi hetayê, li 321 kesan jî ji 1 heta 24 salan ceza hat birîn. Di sala 1991'an de beşeke mezin a bi TMK re ceza girtin, hatin berdan. 68 kesên di asta yekemîn de berpirsyarê komkujiyê ne, ji ber ku ji aliyê dewletê ve tên parastin, bi ti awayî nehatin peydakirin.
KOMKUJIYA 19'Ê KANÛNÊ YA GIRTÎGEHAN
Di 19'ê Kanûna 2000'î de dewleta Tirk vê carê qîma xwe bi tenê bi girtinê neanî, li hemberî girtiyên siyasî dest bi komkujiyê kir.
Li dijî Girtîgehên Tîpa F, girtî û hikumxwaran çalakiya rojiyên mirinê dan destpêkirin. Lêw dewleta Tirk li hemberî vê çalakiya girtiyan, di bin navê "Vegera li jiyanê" de komkujiyek pêk anî. Hikûmeta wê demê ya xwest vîna girtiyên li girtîgehan berxwedanê mezin dike bişikîne, xwest girtîgehên bi tîpa F bixe meriyetê, lê rastî berxwedana girtiyan hat.
Berxwedana girtiyan li nava civakê deng veda û di encamê de rojnamevan-nivîskar, hunermend û gelek rewşenbîrên din, ji bo peydakirina çareseriyek ji pirsgirêkê re bi rayedarên hikûmetê re hevdîtin kirin, lê çareseriyek nehat afirandin.
Hikûmeta ku di pêkanîna girtîgehên tîpa F de israr kir, di şeva 19'ê Kanûnê de di bin navê operasyonên "Vegera li jiyanê" de bi hevdemî li 20 girtîgehan dest bi komkujiyê kir.
BI AWAYEKÎ ZINDÎ ŞEWITANDIN
Di komkujiya li 20 girtîgehan de bi hezaran bombeyên ji madeyên şewitandinê, li hemberÎ girtiyan hatin bikaranîn. Di encama operasyonan de 28 girtiyan jiyana xwe ji dest dan, ku piraniya van şewitîn.
Piştî komkujiyê, li hemberî berpirsyaran ti doz nehat vekirin, lê belê bi sûcdariya "zerar dane malê dewletê" yan jî "li girtîgehê îsyan derxistiye" li hemberî girtiyan doz hat vekirin.
KOMKUJIYA ROBOSKÎ
Di 28'ê Kanûna 2011'an de zîhniyeta qetlîamker vê carê li Şirnexê li ser kar bû. Hedef dîsa gelê Kurd bû. Li Roboskî 17 jê zarok bi giştî 34 sivîl, bi bomberdûmana balafirên şer ên Tirk hatin qetilkirin.
Li gundê Roboskî yê ser bi navçeya Şirnex Qilabanê, di 28'ê Kanûna 2011'an saet di 21:30 de, 17 jê zarok 34 sivîlên bi agahdariya Fermandairya Giştî çûn Başûrê Kurdistanê, cixare û mazot bi xwe re anîn, di dema vegerê de ji aliyê balafirên şer ên ji Amedê rabûn ve hatin teqilkirin.
PIŞTÎ 13 SAETAN NÛÇE LI SER KOMKUJIYÊ HAT ÇÊKIRIN
Piştî ku Servet Encu yê ji komkujiyê rizgar bû hat gund û bûyer vegot, komkujî ji aliyê çapemeniya Kurd ve ji tevahiya cîhanê re hat ragihandin. Lê belê medya Tirk a ku rewşeke gelekî biçûk jî weke 'nûçeya lezgîn' diweşîne, piştî 13 saetan çavên xwe li rastiya komkujiyê vekirin û dest bi çêkirina nûçeyê kirin.
Cenazeyên 34 sivîlan ên parçe parçe bûbûn, ji aliyê gundiyan ve li herêmê hatin berhevkirin, li hêstiran hatin siwarkirin û ji herêmê hatin anîn.
Heman piştî komkujiyê bi mîlyonan mirov li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê herikîn kolanan û lenet li komkujiyê anîn. Cenazeyên 34 sivîlan ji aliyê bi sed hezaran mirovî ve bi qîrîna dirûşman hatin veşartin.
ERDOGAN KUJER PÎROZ KIR
Malbatên sivîlên hatin qetilkirin, li benda lêborîna dewletê bûn. lê belê piştî ku 12 saet di ser komkujiyê re derbas bû, artêşa Tirk a ku bi plan ev komkujî pêk anî, ji bo ser komkujiyê binixumîne herêma komkujiyê weke 'cihê derbasbûna PKK'yiyan' pênase kir û hewl da komkujiyê rewa nîşan bide. Dewleta Tirk a ku ferman qetilkirina Kurdan timî bi Kurdê xayîn ê di nava xwe de dide kirin, piştî Komkujiya Roboskî jî daxuyanî bi Alîkarê Serokê Giştî yê AKP'ê Huseyîn Çelîk ku qaşo Kurd e, da kirin. Çelîk bi gotina 'Qilaban şaşîtiyeke operasyonê ye' careke din nîşan da ku her komkujiya li hemberî Kurdan ji bo dewletê rewa ye.
Wekî din Serokwezîrê wê demê Tayyîp Erdogan jî got, 'Ji Serokê Fermandariya Giştî û hemû fermandaran re bi rêya medyayê, ji ber hesasiyeta vê mijarê re, spasiyên xwe pêşkêş dikim" û bi van gotinên xwe re komkujî weke karekî pîroz nîşan da.
'MEXDÛR HATIN DARIZANDIN'
Malbat û parêzerên malbatan ketin nava lêgerîna edaletê, lê mîna her carê rûyê tê zanîn ê "edaleta Tirk" dîtin û li şûna berpirsyaran, malbat sûcdar hatin dîtin.
Mîna ku ewqas zilm, zordarî û bêhiqûqî têra wan nake, dewleta Tirk li hemberî gelek welatiyên bi birîndarî ji komkujiyê rizgar bûn, bi hinceta 'binpêkirina sînor' doz vekir û bi awayekî vekirî ji wan re got, 'Hûn çima di komkujiyê de nemirin'
GELÊ KURD LI MEYDANAN E Û DESTNÎŞAN DIKE KU BERPIRSYARÊ KOMKUJIYÊ ERDOGAN E
Tevî ku di ser re 4 sal derbas bûne jî gelê kurd her roj dadikeve kolanan û diqîre ku fermana komkujiyê ji aliyê Serokwezîrê wê demê, Serokkomarê niha Tayyîp Erdogan ve hatiye dayîn.