Çapemeniya Elman: Elmanya çekan dişîne, dewleta Tirk êrîşî Kurdan dike
Rojnameya Kolner Stadt-Anzeiger ya li Elmanya tê weşandin, bal kişand ser terora dewleta Tirk a li hemberî Kurdan. Rojnameyê diyar kir ku Elmanya çekan dişîne ji Tirkiyeyê re.
Rojnameya Kolner Stadt-Anzeiger ya li Elmanya tê weşandin, bal kişand ser terora dewleta Tirk a li hemberî Kurdan. Rojnameyê diyar kir ku Elmanya çekan dişîne ji Tirkiyeyê re.
Çapemeniya Elman, terora AKP'ê ya li Bakurê Kurdistanê di bin serenavê "Şerê Tirkiyeyê yê li dijî Kurdan" weşand.
Di şîroveya li rojnameya Kolner Stadt-Anzeiger de hat ragihandin, ku hikûmeta Tirk, PKK'ê dike bahane û êrîşî gelê Kurd dike. Rojnameyê destnîşan kir ku ev yek bi temamî li dijî 'nirxên demokrasiyê yên cîhana rojava' ye.
'HÊZÊN NAVNETEWEYÎ BERÊ XWE JÊ DIZÎVIRÎNIN!'
Rojnameyê bal kişand ser bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî terora AKP'ê û ev şîrove kir: "Rojava, Rêveberiya NATO, Yekîtiya Ewropa, hikûmeta Elman çi dikin? Yekane tişta dike; berê xwe dizîvirînin. Elmanya ji vê bêhtir jî dike. Çekên ji bo kuştina Kurdan û mûxalîfên din tên bikaranîn, dişîne ji Tirkiyeyê re. Polîtîkayên ku di berdêla astengkirina hatina penaberan de tên meşandin, cihê şermê ne."