Leşkerê Kurd ê li Ermenîstanê bi merasîmeke fermî hat veşartin

Di şerê navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de ku ji 10'ê Kanûnê û vir ve dijwar bûne de, leşkerê Kurdê Êzidî yê di nava artêşa Ermenîstanê de jiyana xwe ji dest da, bi merasîmeke fermî hat veşartin.

Di şerê navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de ku ji 10'ê Kanûnê û vir ve dijwar bûne de, leşkerê Kurdê Êzidî yê di nava artêşa Ermenîstanê de jiyana xwe ji dest da, bi merasîmeke fermî hat veşartin.

Şerê navbera Ermenîstan û Azerbaycanê yê li herêma Qerebaxê, ku ji sala 1991'an û vir ve dewam dike û ji 10'ê Kanûn ve dijwar bûye, ji her du aliyan ve rê li ber windahiyên mezin vedike. Li gorî çapemeniya Ermenîstanê, di vî şerê dawî de 20 leşkerên Azerî û 4 leşkerên Ermenî jiyana xwe ji dest dan. Di vî şerê ku bi taybetî di 14 û 15'ê Kanûnê de dijwar bûye, leşkerekî Kurdê Ermenî yê ji gundê Elegezê yê ji herêma Akbaranê Sîdar Aloyan jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Aloyan bi merasîmeke fermî ya dewletê re, ji aliyê Serokê Fermandariya Giştî û çend parlamenterên Meclîsa Ermenîstanê ve radestî malbatê hat kirin.

Cenazeyê Aloyan piştî ku 3 rojan li mala malbatê hat ragirtin, li gorî çanda Kurdên Êzidî yên, hemû wecîbeyên olî bi cih hat anîn û darbesta wî ya bi ala Ermenîstanê û ala PKK'ê hatibû pêçandin, hat veşartin.

Bi Aloyan re, hejmara leşkerên ji Kurdên Êzidî yên di şerê navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de jiyana xwe ji dest dane, derket 10 kesan.

Li dû veşartina cenaze, li ser navê malbatê kalikê Aloyan axivî û diyar kir ku neviyê wî şehîdê tifaqa Kurd û got, "Xwezî em li Kurdistanê bûan û di nava xweliya bav û kalê xwe de şehîdê xwe bi ala xwe bisparta axê."

Endamê Kurdistan Komîte Dawit Karasû dûre axivî û ji malbatê re sersaxî xwest. 

Piştî merasîmê girseya gel çû dibistana gundê Elegezê ku Sîdar Aloyan lê xwendibû û sersaxî ji malbatê re xwest.

...