'Em ê Doza Liceyê ji cihê Tahîr serok hiştiye, bimeşînin'
Parêzerê Doza Liceyê Yûnûs Mûratakan ku di heman demê de mexdûrê wê ye, destnîşan kir ku ji bo pêşî li binpêkirinên mafên mirovan ên îro diqewimin were girtin, dozên bi vî rengî gelekî krîtîk û girîng in.
OZGUR AYDIN
ÎZMÎR / ANF
çarşem, 23 berfanbarê 2015, 07:10
Parêzerê Doza Liceyê Yûnûs Mûratakan ku di heman demê de mexdûrê wê ye, destnîşan kir ku ji bo pêşî li binpêkirinên mafên mirovan ên îro diqewimin were girtin, dozên bi vî rengî gelekî krîtîk û girîng in. Mûratakan got, "Ji bo kujer werin cezakirin, em bi biryar in ku dosyayê ji cihê Tahîr serok hiştiye, bidomînin."
Li navçeya Amed Liceyê, di bûyerên roja 22'ê Cotmeha 1993'an qewimî de, tevî Serokê Herêmê yê Jendermeyan Tûggneral Bahtiyar Aydin, 16 kesan jiyana xwe ji dest dan. Gelek xanî û kargehên li navçeyê hatin xerakirin.
Dozgerê ku bûyerê lêpirsîn dike, rojek beriya ku dem di ser dozê re derbas bibe gilîname temam kir û ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re şand.
Di gilînameya ku ji aliyê 8. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin de, der heqê Fermandarê Alaya Jendermeyan a Amedê yê wê demê Serheng ê teqawît Eşref Hatîpoglû û serpel Tunay Yanardag de, ji ber sûcê 'bi zanebûn kuştina mirovan', 'derxistina îsyana nava gel' û 'bi armanca pêkanîna sûc avakirina rêxistinê' hat xwestin ku cezayê ragirtina heta bi hetayê û 24 sal cezayê girtîgehê bên cezakirin.
Dosya ku beriya niha bi hinceta ewlekariyê sewqî Eskîşehîrê hat kirin, ji ber ku li vî bajarî dadgeh xwedî erka TMK nîne, ji aliyê 1. Dadgeha Cezayê Giran a Eskîşehîrê ve sewqî 5. Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind hat kirin. Dadgeha Bilind jî careke din bi hinceta ewlekariyê biryar da ku bişîne ji 1. Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê re. Di sê rûniştinên destpêkê yên Doza Liceyê de Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî amade bû. Rûniştina 4. wê di 24'ê Kanûna 2015'an de pêk were.
Mexdûr û parêzerê Doza Liceyê Yûnûs Mûratakan, rêveçûna dozê ji ANF'ê re vegot.
Mûratakan da xuyakirin ku dadgehê bersûc ji wan revandiye û di dema rûniştinê de bêyî ku agahiyê bide parêzerên mudaxîl lê guhdarî kiriye. Mûratakan diyar kir ku dadgeh li dijî qanûnê tevdigere û got, "Mafê me heye ku em pirsan li rûyê wî bikin. Ji bo ku em karibin kontrol bikin bê îfadeyeke çawa hatiye dayîn, divê ev derfet ji destê me neyê girtin. Bi wergirtina îfadeyê bi awayekî veşartî re, me daxwaza redkirina dadger kir. Ji ber ku dadgehê di vê dozê de bêqanûnî kir."
'HETA KU EM CENAZE NEBÎN, EM BAWER NAKIN'
Mûratakan bibîr xist ku hatiye îdîa kirin yek ji bersûcên dozê Tûnay Yanardag li derveyî welat miriye û anî ziman ku hînê ewraqeke fermî ji wan re nehatiye dayîn. Mûratakan ragihand ku heta ew cenazeyê bersûc nebînin, bawer nakin ku miriye û got, "Ev bûyer li Tirkiyeyê gelekî diqewimin. Niha wê rûniştina çaremîn a dadgehê destpê bike. Lê em ne li benda rêveçûneke bi hêvî ne."
'JI CIHÊ TAHÎR ELÇÎ HIŞTIYE, EM Ê BIDOMÎNIN'
Mûratakan bibîr xist ku Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê hat qetilkirin bi vê dozê re mijûl dibû û anî ziman ku ji ber bêceza hiştina sûcên bi vî rengî, ji bo pêşî li binpêkirina mafên mirovan ên di dema pêş de bigire, bi baldarî û kedeke mezin li ser van dosyayan disekinî.
Mûratakan axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Ji ber ku di bûyera qetilkirina Tahîr serok de heta niha li hemberî hêzên ewlekariyê ti doz nehatiye vekirin û li ti wezîfedarên ewlekariya dewletê weke bersûc nehatiye guhdarîkirin, ev rewş nîşan dide ku şerê qirêj ê salên 90'î îro jî dewam dike. Eger dozên şewitandina gundan û kuştinên kiryar ne diyar ên salên 90'î bihata lêprisîn û lêpirsîn li hemberî kiryaran bihata meşandin, wê ev bûyer nehatibûya serê Tahîr Elçî. Komkujiyên îro li Cizîr, Sûr û Silopiyayê tên kirin, nehatibûna kirin. Em di wê baweriyê de ne ku dozên bi vî rengî dikarin bibin hîmek ji pêvajoyên çareseriyê re. Eger di van dozan de darizandineke rasteqîn bê kirin, di nava civakê de wê hesta edaletê derkeve holê. Lê belê ji sala 2009'an û vir ve em dibîjin ku ev doz bi hêsanî tên nixumandin. Tahîr Elçî ji bo me model bû, ji bo cezakirina kiryarên di vê dosyayê de çi ji destê wî dihat dikir. Dabû pey kujeran lê mixabin bû hedefa fîşekek 'kiryar nediyar'. Em bi biryar in ku ji cihê wî hiştiye, van dosyayan bidomînin."
'DOZ GELEKÎ KRÎTÎK E, ZEXTA RAYA GIŞTÎ ŞERT E'
Mûratakan ragihand ku weke mexdûr û parêzerekî mudaxîl ê Doza Liceyê, ji bo pêşî li binpêkirinên mafên mirovan ên bi vî rengî were girtin, ew dozên bi vî rengî gelekî krîtîk û girîng dibîne û got, "Eger bi rêya van dozan civak zexteke raya giştî li ser dadgeriyê biafirîne û mekanîzmaya edaletê bi rastî jî bixebitîne, bersûc werin darizandin û cezakirin, wê wezîfedarên dewletê yên sûcên bi vî rengî dikin, neçar bimînin di nava çarçoveya hiqûqê de tevbigerin. Girîng e raya giştî destekê bide dosyayên bi vî rengî û bixe rojevê."