Hevdîtina delegasyona Kurd û Lavrov destpê kir
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Demîrtaş û heyeta pê re, li Moskowayê dest bi hevdîtinan kir.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Demîrtaş û heyeta pê re, li Moskowayê dest bi hevdîtinan kir.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Demîrtaş û heyeta pê re, li Moskowayê dest bi hevdîtinan kir.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek, Berpirsyarê KNK'ê yê Têkiliyên Derve Nazmî Gur, Nûnerê KNK'ê yê Rûsyayê Selahattîn Soro, Hevserokê Otonomiya Federal a Çandî û Neteweyî ya Kurdên li Rûsyayê Ferhat Patiyev û Hevserokê Yekîtiya Saziyên Civaka Kurd Merab Şamiyev, bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re hevdîtinê dikin.
Ji ber ku Tirkiyeyê balafira Rûsyayê li Sûriyeyê xist xwarê, ev serdana hîn bêhtir ji nêz ve tê şopandin û bala raya giştî kişandiye ser xwe.
Li gorî agahiyên ji endamên heyetê hatine wergirtin, hevdîtin ji berê ve hatiye plankirin û berevajî îdîayên hikûmeta Tirk, wê di vê hevdîtinê de li ser çareseriya krîzê axaftin bê kirin.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş beriya hevdîtinê ji ANF'ê re axivî û got, "Em ne li hundir û ne jî li derve, alîgirê şer nînin. Em naxwazin zerar li can û malê welatiyên me çêbibe. Ji bo çareseriya pirsgirêkên heyî em di nava hewldanan de ne."
Tê payîn ku piştî hevdîtinê daxuyaniyek were dayîn.