Li Derya Egeyê 8 koçberan jiyana xwe ji dest dan, 14 winda ne
Keştiyek ji penaberan a ji Dîkîlî ya Îzmîrê diçû Yewnanîstanê, li Derya Egeyê binav bû. Di bûyerê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dane, 14 kes jî windan e.
Keştiyek ji penaberan a ji Dîkîlî ya Îzmîrê diçû Yewnanîstanê, li Derya Egeyê binav bû. Di bûyerê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dane, 14 kes jî windan e.
Keştiyek penabe tê de bû, danê sibehê dema ji navçeya Dîkîlî ya Îzmîrê diçû Girava Mîdîllî ya Yewnanîstanê, li peravên nêzî gundê Bademlî binav bû.
Masîgirên ku dîtin keştî bi nav dibe, agahî da tîmên ewlekariya peravê. Di encama xebatên tîmên ewlekariyê de 6 jê zarok cenazeyên 8 kesan ji nava avê hatin derxistin. Hat ragihandin ku 14 kes jî hînê winda ne.
Penaberên bi saxî filitîn anî ziman, ku hin penaber di kamara keştiyê de asê mane. Li ser vê yekê noqvan jî tevlî xebatên lêgerîn-rizgarkirinê bûn. Xebatên rizgarkirinê dewam dikin.