Heyeta di serokatiya Demîrtaş de gihişt Moskovayê

Heyeta ku ji Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê DBP’ê Kamûran Yuksek û Berpirsê Têkîliyên Derve yê HDP’ê Nazmî Gur pêk tê, hat paytexta Rûsya, Moskovayê.

Heyeta ku ji Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê DBP’ê Kamûran Yuksek û Berpirsê Têkîliyên Derve yê HDP’ê Nazmî Gur pêk tê, hat paytexta Rûsya, Moskovayê.

Heyeta HDP’ê li ser daweta fermî ya Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov hat Moskovayê, li balafirgehê ji aliyê gelek karmendên Kurd û nûnerên saziyan ve hat pêşwazîkirin.

Heyet wê sibehê saet 11.00’an li Wezareta Karên Derve ya Rûsya bi Sergey Lavrov re hevdîtinê pêk bîne. Piştî hevdîtinê wê daxuyaniyek çapemeniyê ya hevpar bê dayîn. Demîrtaş wê tevlî vekirina Komaleya Karmendên Kurd ên Rûsyayê bibe.

Heyeta di serokatiya Demîrtaş de wê 2 sibehê ji Rûsyayê vegere.

...