Demîrtaş tevlî merasîma vekirina Karsazên Kurd ên li Rûsya bû
Demîrtaş û heyeta pê re li Moskowayê tevlî merasîma vekirina Komeleya Karsazên Kurd ên li Rûsyayê bû.
Demîrtaş û heyeta pê re li Moskowayê tevlî merasîma vekirina Komeleya Karsazên Kurd ên li Rûsyayê bû.
Demîrtaş û heyeta pê re li Moskowayê tevlî merasîma vekirina Komeleya Karsazên Kurd ên li Rûsyayê bû. Demîrtaş got, "Ji bo çareseriya krîzê HDP roleke erênî dilîze. Em hêvîdar in ku wê AKP vê rola me rast bibîne û hurmetê nîşan bide."
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û heyeta pê re, piştî hevdîtina danê vê sibehê ya bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re, tevlî merasîma vekirina Komeleya Karsazên Kurd ên li Rûsyayê bû.
Tevî gelek karsaz, rêveberên saziyan û girseyeke qelebalix a gel, Nûnerê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê Aso Talabanî jî li merasîmê amade bû. Komele ji aliyê Demîrtaş, Serokê Komeleyê Recep Denîz û Siyasetmedarê Kurd Adil Cotkar ve saet di 15:00 de hat vekirin.
Piştî merasîma vekirinê Demîrtaş bersiv da pirsên rojnamevanan.
Demîrtaş got, "Polîtîkaya şaş a AKP'ê ya navxweyî bandor li polîtîkaya derve jî kiriye" û destnîşan kir ku li Tirkiyeyê feraseteke ku ji demokrasiyê bawer nake li hemberî wan heye. Demîrtaş destnîşan kir, ku AKP li welêt bi dijberiya li hemberî beşeke civakê re dixwaze ranteke siyasî werbigire.
Der barê pirsa li ser serdana Rûsyayê de Demîrtaş ev bersiv da: "Hewldanên berevajîkirina armanca serdana me, heqaretek li partiya me tê krin e. Dixwazim bêjim ku em van hewldanan qebûl nakin. Em li parlamentê partiya sêyemîn in. Bi polîtîkayên partiya me re diyar dibe ku em ê bi kê re hevdîtinê bikin, em ê çi bikin. Ev gelekî zelal in. Der barê xistina balafira Rûsyayê de, roja destpêkê me çi gotibin, îro jî me heman tişt li vir jî got."
Demîrtaş da zanîn ku ew li berjewendiyên civaka Tirkiyeyê difikirin, ne mecbûr in mîna AKP'ê bifikirin û got, "Em bi awayekî tund polîtîkayên AKP'ê rexne kirin. Em li vê derê di çarçoveya berjewendiyên civakê de tevdigerin. Ji bo çareseriya krîzê HDP roleke erênî dilîze. Em hêvîdar in ku wê AKP vê rola me rast bibîne û hurmetê nîşan bide."