Terora dewletê li Edeneyê hat protestokirin

Polîsên Tirk ên bi guleyên rastî hewl dan berxwedanê bişikînin, dema bi ser neketin, neçar man xwe evkişînin. Li taxa Gulbahçe jî meşeke bi meşaleyan hat lidarxistin.

Li Edeneyê, bi armanca şermezarkirina komkujiyên li Kurdistanê û bilêvkirina daxwaza ji bo azadiya Ocalan, duh êvarê meşek hat lidarxistin, lê belê ji ber êrîşa polîsan şer derket û heta nîvê şevê dewam kir.

Polîsên Tirk ên bi guleyên rastî hewl dan berxwedanê bişikînin, dema bi ser neketin, neçar man xwe evkişînin. Li taxa Gulbahçe jî meşeke bi meşaleyan hat lidarxistin.

Duh êvarê li Edeneyê li ber Nûnertiya TUHAD-FED'ê ya Edeneyê ji bo şermezarkirina operasyonên tinekirinê yên li Kurdistanê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li taxa Denîzliyê meş hate lidarxistin. Lê polîsan êrîşî meşê kirin. Piştî êrîşê bûyerên ku derketin heta saetên dereng ên şevê berdewam kir. Di meşê de pankarta "Bila muzakere bê destpêkirin ji Ocalan re azadî" "Rêya Tirkiyeya demokratîk xwerêveberî ye" hate vekirin û bi deng derxistinê ve gel dest bi meşê kir. Polîsan bêyî hişyariyê bidin, êrîşî çalakiyê kirin. Ji ber êrîşa bi gaza îsotê û ava şid gelek eks birîndar bûn.

Gel li dijî êrîşên polîsan bi xweparastinê re li ber xwe da. Bûyer li taxên Îsmetpaşa û Mîthatpaşayê belav bûn û ciwanan jî li ser rê agir dadan, bend danîn û rê li çûn û hatinê girtin. Polîsan bi guleyên rastî êrîşî berxwedana gel kirin. Di encama gulebarana polîsan de mirî yan jî birîdar çênebûn. Ji ber bombeya gazê ya polîsan di qehwexaneyekê de 3 welatî bi parçeyên camên hatin şikandin birîndar bûn. 

Bûyeran heta derengiya şevê dewam kirin. Polîsên ku ji wan nehat berxwedana gel bişikînin mecbûr man ji taxê vekişin. 

LI GULBAHÇEYÊ MEŞA BI MEŞALEYAN

Li aliyê din li cadeya Obalar a taxa Gulbahçe ya navçeya Seyhanê jî sedan welatî hatin cem hev û ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qatlîamên li Kurdistanê meşa meşaleyî li dar xistin. Girseyê di meşê de dirûşmên "Bijî Serok Apo" "Qatil dewlet wê hesab bide" "Bijî berxwedana Sûr, Cizîr û Sîlopiyê" qîriyakir. Ajokar û welatiyan jî piştgirî dan meşê. Girseyê ji bo ku hemû kes li dijî qatlîamên li Kurdistanê tên kirin deng derxînin, banga kir.