Parêzer wê qedexeya derketina derve bibin ber destê DDB

Parêzer wê ji bo rakirina qedexeya derketina derve serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) bidin û dûre li ber Meclîsê daxuyaniyê bidin çapemeniyê.

Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD), Komeleya Hiqîqnasên Hemdem (ÇHD), Ji bo Demokrasiyê Hiqûq, Komeleya di Hiqûqê de Helwesta Çepgir, Weqfa Lêkolînên Hiqûq û Civakî jî di nav de gelek rêxistinên pîşeyî yên parêzeran ji gelek deverên Tirkiyeyê, wê di 25'ê Kanûnê de li Enqereyê bin. Parêzer wê ewil biçin Edliyeya Enqereyê bên cem hev, ji bo ku qedexeyên li Kurdistanê bên rakirin dê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin. Parêzer wê piştre biçin Meclîsê û daxuyaniyê bidin çapemeniyê û komkujiyên li Kurdistanê şermezar bikin.

Hevserokê OHD'ê yê Stenbolê Sînan Zîncîr diyar kir ku wekî parêzer ew ê di 24'ê Kanûnê de ji bajaran biçin Enqereyê û anî ziman ku ew li bendê ne ku beşdarî gelekî zêde be. Zîncîr bilêv kir ku li dijî şîdeta dewletê wekî parêzer ew ê çalakiyên xwe bidomînin.